Cenazeyê Gezerê gihaşt Mêrdînê: Polîsan nehişt wesayîta şaredariyê cenaze bibe 2021-12-10 17:42:38   MÊRDÎN - Malbatê cenazeyê Garîbe Gezerê anî Mêrdînê. Polîsan nehişt wesayîta cenazeyan a şaredariyê cenaze bibe Kerboranê. Malbatê wesayîteke cenazeyan a taybet kirê kir û ber bi Kerboranê ve ket rê.    Cenazeyê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê bi awayekî sîstematîk hat îşkencekirin û tecawizî wê hat kirin û duh danê nîvro bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, gihaşt Mêrdînê. Dihat payin ku cenaze bi wesayîta Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin bihata birin, lê polîsan pêşiya wesayîtê birî. Polîsên ku wesayîta cenaze dan sekinandin, bi ajovan re axivîn. Piştî axaftinê wesayît cenaze hilnegirt û vfegeriya. Polîsan ji malbatê re got, "Bi derfetên xwe bibin."    Piştî vê wesayîteke taybet hat kirêkirin. Cenazeyê ji Stenbolê bi balafirê hat Balafirgeha Mêrdînê, ji hêla malbata Gezerê, xizmên wê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Parlementera HDP'ê Dersim Dag û rêvebirên HDP'î ve bi tilîliyan hat pêşwazîkirin.   Cenaze bi konveyekê ber bi navenda Kerboranê ve hat şandin. Dê cenazeyê Garîbe Gezerê li cem gora birayê wê Bîlal Gezerê di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê yên Kobanê de jiyana xwe ji dest da bê definkirin.