Cenazeyê Gezer şandin Mêrdînê 2021-12-10 16:43:13   STENBOL - Cenazeyê Garîbe Gezer a bi awayek guman li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da ber bi Mêrdînê ve hat rêkirin.    Cenazeyê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da ji Balafirgeha Stenbolê ber bi bajarê wê Kerbora Mêrdînê ve hat birêkirin. Parlamenterên HDP’ê û gelek kes beşdarî merasîma şandina cenaze bûn. Cenaze radestî balafira kargoyê hat kirin. Pişt re Parlamenterên HDP’ê û rêveberên sazî û dezgehan xwestin li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Arnavûtkoyê daxuyanî bidin. Polîsan destûr neda ku daxuyanî were dayîn.    OCALAN: BERÊ GARÎBE DAN MIRINÊ    Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan ji avahiya partiyê derket û li ber derî got ew ê di çarçoveya mafên xwe yên qanûnî de daxuyanî bidin lê polîsan nehişt. Omer Ocalan bertek nîşanî polîsan da û destnîşan kir ku razemeniya Tirkiyê ji bo şer û çêkirina girtîgehan tê veqetandin. Ocalan diyar kir ku Garîbe Gezer di girtîgehê de duh jiyana xwe ji dest daye û tişta ku li Garîbe hatiye kirin li tevahiya civakê hatiye kirin. Ocalan destnîşan kir ku ew mirina Garîbe Gezer wek întîharê nabîne û wê kaş kirine nava mirinê.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.