Mamosteyê ku 7 xwendekaran îstismar kiribû hat berdan 2021-12-10 16:05:08   ÎZMÎR - Mamoste S.E. ku li navçeya Torbaliyê 7 xwendekaran îstismar kiribû hat berdan.   Mamoste S.E. li navçeya Torbali ya Îzmîrê, li lîseya ku lê dixebitî di dîrokên cuda de 7 xwendekaran îstismar kiribû û 8'ê adarê de xwendekaran bi malbatên xwe re giliya wî kiribûn. Li ser gilîkirinê S.E. hatibû binçavkirin û doz lê hatibû vekirin. Doza Mamoste S.E. hat dîtin û bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Torbaliyê, ragihand ku derbarê S.E. de lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin û peymana wî hatiye fesxkirin.