TJA’yê serdana Nobeda Edaletê kir 2021-12-10 14:38:37   AMED - Aktîvîstên TJA’yê ji bo piştevaniyê serdana malbatên girtiyan ku Nobeda Edaletê digirin, kirin.    Malbatên girtiyan ji bo ku girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û berdana wan tê astengkirin, bên berdan di roja 25’emîn de Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê dan destpêkirin, didome. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana malbatên girtiyan kirin û piştevaniya xwe bi wan re parve kirin.