Cenazeyê Arşîmet hat veşartin 2021-12-10 12:04:08   AMED - Cenazeyê endamê HPG’ê Nîmet Arşîmet ku di şerek Dersimê de jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin.    Li çoltera navçeya Pulura Dersimê di 5’ê kanûna pêşîn de di navbera leşker û endamên HPG’ê de şer derketibû. Di vî şerê de 8 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenaze rakiribûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Di nav cenazeyan de cenazeyê endamê HPG’ê Nîmet Arşîmet (Şervan Artîzan) jî hebû. Malbatê duh cenazeyê lawê xwe wergirt û birin navçeya Farqînê ya Amedê. Cenazeyê Arşîmet li goristana gundê Dêrika Miqûrê ya bi ser navçeya Farqînê ve hat veşartin. Duh di saetên şevê de piştî wecîbeyên olî yên cenaze hatin bicihanîn, spartin axê.