Wasiyê Ocalan: Têkoşîna civakî dikare gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin 2021-12-10 11:33:19 STENBOL - Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç diyar kir ku Konseya Ewropayê di çarçoveya armancên xwe yên damezrandinê de tevnagere û wiha got: “Tişta ku gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin asta têkoşîna heyî ye.” Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan bê kontrolkirin di 27’ê Tîrmehê de, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) dabûn. Komîteyê jî di civîna 30’ê Mijdarê û 2’yê Kanûnê de têkildarî serlêdanê, biryarên xwe aşkera kirin.    KWKE’yê di biryara xwe de ji ber kêm agahiyan Tirkiye rexne kir û heta Îlona 2022’yan wext da Tirkiyeyê ku agahiyên berfireh bide wan. Wasiyê Ocalan, parêzer Mazlûm Dînç diyar kir ku komîteyê di encama têkoşînê de dosya xist rojeva xwe û bi lêv kir ku divê komîte pêvajoya piştî vê bişopîne û zextê li Tirkiyeyê bike ku biryarê bi cih bîne.      PIŞTÎ 10 SALAN GAV AVÊTIN   Dînç, dazanîn ku Komîteya Wezîran ku DMME’yê û biryarên wê kontrol dike demekî dirêj gav naavêt û destnîşan kir ku girîng e ku komite piştî demekî dirêj mijarê bixe rojeva xwe. Dînç, diyar kir ku dosyaya ku Komîteyê wergirtiye rojeva xwe 10 salan zêdetir li DMME’yê hat sekinandin û wiha got: “Me di sala 2004’an serî li DMME’yê dabû. Lê Komîteyê nû girt rojeva xwe. Me destnîşan kir ku ‘cezayê hefsê yê muebbeta girankirî’ li gorî xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpêkirina maf e. Deh sal piştî serlêdanê DMME’yê biryar da. Ligel 8 sal bi ser biryarê derbasbûn jî Komîteya ji kontrolkirina biryaran berpirsyar ev yek qet negirt rojeva xwe û ji bo ev biryar pêk bên jî tu zext li Tirkiyeyê nekirin.”   NÊZÎKATIYEKE POLÎTÎK    Dînç, destnîşan kir ku DMME û Konseya Ewropayê di çarçoveya armancên xwe yên damezrandinê de tevnagerin û wiha berdewam kir: “Ev sazî xwe weke saziyên ku ji bo mafên mirovan û pêşketina demokrasiyê têdikoşin, nîşan didin. Lê belê dema mijar Birêz Ocalan be, ev prensîb bi temamî radiwestîne û mûzakereyên siyasî û berjewendiyên siyasî derdikevin pêş. An jî hûn ê bibînin ku di nava salan de binpêkirinên mafên mirovan ên bi vî rengî yên qirêj hene û belav bûne, lê belê hûn ê ji bo holê rakirina vê yekê tiştekî nekin. Ev ne tiştekî pêkan e. Dema mijar dosyayên cuda be, raya giştî dizane ku DMME û Desteya Wezîran çiqasî bi lez û bez wan bi rê ve dibin. Lê belê dema kurd û birêz Ocalan di bin mijar, ev sazî li pişt biryarên xwe jî nasekinin. Bêguman ev nêzîkatî, nêzîkatiyeke polîtîk e.”    BIRYAR POLÎTÎK IN   Dînç, bi lêv kir ku di cîhanê de tecrîdeke weke ya Îmraliyê nîne û wiha axivî: “Di vê nuqteyê de CPT bi têrkerî helwestê nîşan nade. CPT’yê di rapora xwe ya dawî de got şert û mercên Îmraliyê tecrîdeke mutleq e û ne li gorî peymanên navneteweyî ne û ev jî nayê qebûlkirin Her wiha pêşniyar kir ku sîstemeke ku Birêz Ocalan di her demê de karibe bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, bê avakirin. Lê belê pêşniyara wî tu carî bi cih nehat anîn. Yanî dema mijar Ocalan be, derdikeve holê ku ev sazî jî hîn bêhtir polîtîk tevdigerin.”   BANGA XWEDÎ DERKETINÊ   Dînç, xwest ku bêyî Komîte dereng bimîne ji Tirkiyeyê bixwaze ku derbarê Îmraliyê de gav werin avêtin û di vê çarçoveyê de heta Îlona 2022’yan wext dayê. Dînç, bi lêv kir ku Tirkiye biryaran paşguh dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî tê wê wateyê ku dê gavekê neavêje. Bêguman ev biryar dibe ku bingeha azadiya Birêz Ocalan dabîn bike. Dibe ku çawa li pişt biryarên ku beriya niha girtiye nasekine û li pişt vê biryarê nesekine û dibe ku di vê mijarê de zextê li Tirkiyeyê neke. Lê belê eger ji aliyê civakî ve xwedî li daxwaza azadiyê ya Birêz Ocalan were derketin, eger di asta saziyên neteweyî û navneteweyî de xwedîderketineke cidî di warê bicihanîna rastî ya vê biryara heyî de hebe, biryar dikare bi cih were anîn.”   Dînç, bal kişand ser serdana CPT’yê ya Îmraliyê û wiha pê de çû: “CPT’yê serdana Îmraliyê kir û rapor amade kir. Lê raporên ku amadekirine jî na şopîne. Divê êdî tişta bikeve ser milê wê pêk bîne. Bêguman têkiliyên van saziyan bi hev ve heye.” Dînç, bi bîr xist ku di sala 2020’an de qanûna înfazê hatibû sererastkirin û wiha got: “Sererastkirin ji bo berdanên bi şert hatin kirin. Ev yek jî tevî şert û mercên serbestberdana wan, nahêle ku mirov bê berdan. Em ê ti carî nekevin nava argûmaneke ku Birêz Ocalan ‘ji bo civakê xetere ye.’ Berovajiyê vê yekê, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan, afirandina şert û mercên karibe di çareseriyê de rola xwe bilîze, gelekî bi kêrî raya giştî tê.”   AZADIYA BIRÊZ OCALAN JI BO TEVAHIYA CIVAKA CÎHANÊ PÊWISTIYEK E   Dînç, serdema ku dengê Ocalan digihişt civakê bi bîr xist û got: “Ji ber ku em dizanin ku dema şert û mercên ku Birêz Ocalan karibe rola xwe bilîze pêk were, wê di pêşketina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, azadiya kurdan, azadiya gelê xwe yê li Rojhilata Navîn û pêşketina demokrasiyê de pêşketinên bi heybet rû bidin. Me pêvajoya 2013-2015’an jî jiya. Ji aliyê objektîf ve, azadiya Birêz Ocalan ne tenê ji bo civaka Tirkiyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û civaka cîhanê pêwîstiyek e.”   ‘HEWLDANÊN ME DEWAM DIKIN’   Dînç, qala wextê ku Komîteyê da Tirkiyeyê kir û wiha got: “Ev yek di rastiyê de nîşan dide ku Tirkiye wê ti gavan neavêje. Ew dê vê li pêvajoyê belav bike û ew dê bi vî awayî nekeve nava pêngavê. Lê belê, asta têkoşînê ye wê gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin. Heta ku ev biryar bi cih were anîn wê hewldanên me her hebin. Hewldanên me yên neteweyî û navneteweyî wê dewam bikin. Tirkiye bi salan e vê biryarê piştguh dike. Weke ku biryareke wisa nîne tevdigere.” Dînç, destnîşan kir ku eger Tirkiye li gorî biryara komîteyê tevnegerin dibe ku gelek binpêkirin werin rojevê û wiha domand: “Ji aliyê komîteyê ve dê pêvajo heta pêkanîna vê biryarê berdewam bike. Divê komîte di rojeva xwe de bimîne, roleke aktîftir bigire ser xwe. Dikare ji bo Tirkiyeyê jî pêvajoya binpêkirinê jî jî bide destpêkirin. Her wiha pêvajoyek heye ku wê hemû rê li ber vekişandina Tirkiyeyê ya mafên dengdanê yan jî betalkirina endametiya meclîsê veke. Bêguman wê berdêlên siyasî jî hebin. Dema ev tên sepandin, bandorên mezin in.”   ‘DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ PÊK WERE’   Dînç, dazanîn ku 8 meh in ji Ocalan tu agahiyan nagirin û daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Daxwaza me ya ewil, rakirina tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan tê ferzkirine. Hevdîtinên telefon, parêzer û malbatan nînin û name nayên teslîmkirin. Divê ev tavilê bên rakirin. Em daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de şertên tecrîda mutleq ku nahêle birêz Ocalan bi civakê re têkiliyê deyne bên rakirin û şert û mercên ku em karibin bi rêk û pêk bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin bên afirandin. Ji bo demekî dirêj jî afirandina şert û mercên ku Birêz Ocalan karibe di warê demokrasî û azadiyan de rola xwe bilîze, berjewendiya gel li ber çavan bigire ye. Her wiha divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan were misogerkirin.”     MA / Ferhat Çelîk - Mehmet Aslan