Platforma Zimanê Kurdî: Kurdistan welatê bi milyonan kurdî axivêra ye 2021-12-10 10:43:22   AMED - Platforma Zimanê Kurdî da zanîn ku parlamenter Ayşe Surucu û Nusrettîn Maçîn ne bi tenê û Kurdistan welatê kurdan e û kurdî zimanê bi milyonan kurd e.    Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu li Desteya Giştî ya Meclîsê di hevdîtinên budçeya saziyên girêdayî Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Karên Navxweyî de ku dihatin kirin de bi kurdî axivî. Di kêliya ku Surucu bi kurdî axivî de Serokatiya Meclîsê mîkrofona wê girt û axaftina bi kurdî asteng kir. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn jî ji ber ku têgeha Kurdistan anî ziman ceza lê hat birîn.    Berteka li dijî astengkirina axaftina kurdî û têgeha Kurdistan berdewam dikin. Platforma Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kir û nerazîbûn nîşanî astengkirina zimanê kurdî da.    Daxuyaniya Platformê ya bi sernavê "Em Vê Helwestê Qebûl Nakin!" wiha ye:   "Roja 8'ê meha 12'an li parlamentoya Tirkiyê budçeya salane dihate nîqaş kirin. Di vê navê re parlamenterê HDP'ê birêz Nusrettîn Maçîn têgeha Kurdistan bikaranî. Ji ber bikaranîna têgeha Kurdistan ceza li birêz Nusrettîn Maçîn hat birîn.    Dîsa di heman rûniştinê de Parlamentera HDP Ayşe Surucu xwestibû ku di nava axavtina xwe de çend gotinan bi Kurdî jî bibêje. Lê Serokê parlamentoya Tirkiyê mikrofona birêz Ayşe Surucu qut kir. Dengê parlamentera Kurd hat birîn. Platforma Zimanê Kurdî van herdû bûyeran şermezar dike û mafê azadiya fikrî diparêz e!   KURDÎ Û KURDISTAN HÊJ QEDEXE YE   Ev herdû bûyer zelal nîşan didin ku welatê Kurdan û zimanê Kurdî hîna jî di parlamentoya Tirkiyê de nehatiyê serifandin. Nehatiye qebûlkirin. Nehatiye famkirin. Hîna zimanê Kurdan û welatê wana weke ku di rastiya civaka Kurdan de heye nayê pejirandin. Heke bi rastî wê pirsa Kurdan li parlamentoya Tirkiyê were çareserkirin weke ku hinek alî dibêjin, ma wê çareser kirin di înkar kirina Zimanê Kurdî û têgeha Kurdistan re derbas bibe? Ma wê ev ji bona Kurdan çawa çareserî be gelo? Heke hûn ziman û navê welatê me qebûl nekin, hûn ê çiyê Kurdan qebûl bikin? Heke parlamenterên Kurdan li parlamentoya Tirkîyê nikaribin bi zimanê xwe bi axivin, heke parlamenterên Kurdan nikaribin fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman, ma bila ji siyaseta we ya çewt re tenê destê xwe bilind bikin?   Ew ên ku vê helwestê dipejirînin û bêdeng dimînin em şermezar dikin! Ev yeka hanê ji aliyê Kurdan ve tucara nayên qebûl kirin!   Platforma Zimanê Kurdî xwedî li birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu derdikeve û mafê wana ku fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman diparêz e. Zimanê me Kurdan Kurdî yê, bi milyonan Kurd bi vî zimanî diaxivin û welatê wana jî Kurdistan e! Birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu ne tenê ne, bi milyonan Kurd piştgirtiya wana dikin!"