Onlu: Tê îdiakirin ku li Pulurê çekên kîmyewî hatine bikaranîn 2021-12-10 09:50:08   DERSIM - Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu diyar kir ku îdiayên çekên kîmyewî di operasyona li Pulurê de hatiye li hemberî endamên HPG’ê hatiye bikaranîn û xwest ev îdia werin lêkolînkirin.    Hat îdiakirin ku di operasyona leşkerî ya li navçeya Pulura Dersimê de qewimiye çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dersimê Alîcan Onlu diyar kir ku di şerê li navçeya Pulura Dersimê de di 5’ê kanûnê de derketiye û 8 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane çekên kîmyewî hatine bikaranîn.   ÎDIAYA BIKARANÎN ÇEKÊN KÎMYEWΠ   Onlu da zanîn ku cenazeyê 8 endamên HPG’ê ku di wî şerê li Pulurê de jiyana xwe ji dest dane rakirine Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û wiha got: “Me bi malbatên ku çûne cenazeyên xwe werbigirin re hevdîtin pêkanî. Malbat dibêjin ku şopa guleyan li ser cenazeyan tune ne. Dibêjin cenaze reş bûne. Berê jî di rewşên wiha de îdia hebûn ku li dijî endamên HPG’ê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Malbatan gotiye îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî heye. Rayedaran gotiye ‘heke hûn van îdiayan bikin,em ê cenazeyan nedin we’. Gef li malbatan xwarine. Malbatan jî ji ber ku cenazeyên zarokên xwe werbigirin, dev ji îdiayê berdane.”    DIVÊ ÎDIA WERIN LÊKOLÎNKIRIN    Onlu destnîşan kir ku divê teqez îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin û got: “Em dizanin ku saziyên wê vê yekê lêkolîn bikin di bin fermana Qesrê de ne û lewma wê lêkolînek birêkûpêk neyê kirin. Di serî de Neteweyên Yekbû û hemû sazî û dezgehên navnetewî yên hakimî vê meseleyê ne bikevin dewrê. Pêwîste ev îdia demildest werin lêkolînkirin û ev sûcê şer were zelalkirin.”    CENAZE TÊN REVANDIN    Onlu bal kişand ser cenazeyan ku beriya ku radestî malbatên wan werin kirin hatine veşartin û wiha got: “Li dijî malbatên gerîlayên HPG’ê sûcek mirovahiyê tê kirin. Zilm li cenaze û malbatan tê kirin. Nednayîna cenaze û piştî cenaze didin jî astengkirina beşdariya dayik û bavê wî/wê cenazeyê tê astengkirin. Destûr nayê dayîn ku wecîbeyên olî yên cenazeyan werin bicihanîn. Nîvê şevê cenaze tên revandin û mîna ku biavêjin çalekî vedişêrin. Ev yek û bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e.”