‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e' 2021-12-10 09:39:58   RIHA - Hiqûqnasan bal kişandin ser têikoşîna malbata Şenyaşarê ya nobeda xwe ya edaletê didomîne û diyar kirin ku malbata Şenyaşarê di têkoşîna ji bo mafên mirovan de bûye sembolek girîng.    Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Alî Arslan û Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê Mûstafa Vefa bi boneya Hefteya Mafên Mirovan têkoşîna malbat Şenyaşarê nirxandin ku 277 roj in li ber Edliyeya rihayê têkoşîna xwe ya ji bo Edaletê didomînin.    Vefa, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her diçe binpêkirinên mafên mirovan zêdetir dibin û li Rihayê jî ji zû de mafên mirovan hatine rawestandin. Vefa, bibîr xist ku têkoşîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê ji 14'ê Hezîrana 2018'an ve didome û bal kişand ser Nobeda Edaletê ya malbatê. Vefa, destnîşan kir ku nobeda edaletê ya malbatê ji bo hemû kesên doza edaletê dikin çalakiyeke girîng e û got: "Malbat bi vê têkoşîna xwe û çalakiya xwe ji bo me hemûyan bûye ronahî. Kesên behsa mafên mirovan dikin ewilî divê li ber Edliyeya Rihayê mêze bikin."    ‘DIVÊ EM BIBIN DENGÊ WAN'   Vefa, bibîr xist ku kesên tiliya wan di komkujiya li hemberî malbata Şenyaşarê de hene nehatine darizandin û got: "Malbata Şenyaşarê, hiqûqê bibîr hiqûqnasên li fakulteêkn hiqûqê perwerde bûne, lê wê pêk naynin dixe. Kesên tiliya wan di vê komkujiyê de nehatin darizandin. Emîne Şenyaşar doza edaletê dike. Emîne Şenyaşar tenê ne ji bo xwe, ji bo her kesî doza edaletê dike. Emîne Şenyaşar li dijî hêza ku bi çejan dixwaze mirovan biçewisîne. Ev hêz, komkujiyek pêk anî û ger ev kes neyên darizandin dê wisa bibe ku em ê hemû bidin dû edaletê. Mexdûrên niha malbata Şenyaşarê ye. LSibê dibe hin kesên din bin. Lewma divê em bibin dengê Emîne Şenyaşarê."    ‘DIVÊ BERPIRSIYAR BÊN CEZAKIRIN'   Vefa, destnîşan kir ku daxwazên malbatê mafên mirovan e û got: "Her hal tu tişt bi qasî vê ne êşbar e ku mirov hiqûqê bibîr hiqûqnasekî bixe. Emîne Şenyaşar bi salan e vê dike. Ev komkujî li saziyeke dewletê pêk hat. Wezîr û walî jî li wir bûn. Dewlet divê kesên komkujiyan dikin neparêze. Bi dehan kesan êrişî kargeha wan kir. Fadil Şenyaşar jî xwe parast. Li dikana we bi êrişeke qeleşkofan re rû bi rû man. Dosye bi cezakirina FAdil Şenyaşarê ku bavê wî û du birayên wî hatin kuştin bi dawî bû. Hê jî biryara veşarî ya ji bo tiştên li nexweşxaneyê qewimîn didome. Dosyeyek zêdetirî 3 salan wisa veşarî namîne. Ev gumana ku delîl hatine windakirin zêde dike. Ev binpêkirina mafê darizandina adil e. Ev tenê zirarê nade malbata Şenyaşarê, dide dewletê jî. Em dixwazin darizandineke adil bê kirin û demildest berpirsiyar bên cezakirin."    ARSLAN: MESELE NEPÊKANÎNA MEWZÛATÊ YE   Arslan jî bibîr xist ku îmzeya Tirkiyeyê jî li bin PEymana Mafên Mirovan a Gerdûnî heye û got: "Li Tirkiyeyê di warê mafên mirovan de gelek mewzûat hene. Lê meseleya sereke nepêkanîna wan e."    DEWLET ŞIRÎKÊ BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ YE'   Arslan, destnîşan kir ku malbata Şenyaşarê ji bo mirovan doza edaletê dikin bûye sembol û ji roja nobed dest pê kiriye heya niha 4 demsal derbas bûne. Arslan, bal kişand ser astengiyên ku malbat bi wan re rû bi rû dimînin û got: "A ku malbatê ber bi vê nobeda edaletê ve şand; pêşneketina dosyeya lêpirsîn ye ku 3 sal û 6 meh in wek xwe ye. Ji ber ku meqamên edlî peywira xwe neanîn cî, malbat jî li ber edliyeyê dest bi nobedê kir. Malbat tenê ne ji bo xwe ji bo her kesî doza edaletê dike. Dewlket bi terefgiriya xwe bûye şirîkê binpêkirina mafên jiyanê. Ji bo vê lêpirsîneke çalak divê. Ev peywira dewletê ye, gava vê neke mafê jiyanê binpê dike."    ‘BÛ SEMBOL'   Arslan, destnîşan kir ku li ser darazê wesayeteke siyasî heye û got: "Divê xwedî li têkoşînên ji bo edaloetê bê derketin û bên berbelavkirin. Her kesî qîrîna malbatê ya ji bo edaletê bihîst. Ji 9'ê Adara 2021'm heya niha gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl serdana malbatê kirin. Muxatabê sereke yê vê yekê Komîsyona Vekolandina Mafên Mirovan a Meclîsê hê jîs erdana malbatê nekiriye. Îro roja mafên mirovan e, dê pîrozbahî bên kirin. Ên behsa mafên mirovan dikin pêşî divê malbat Şenyaşarê bibînin. Malbat, sembola têkoşîna ji bo mafênmirovan e."    MA / Emrullah Acar