Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin 2021-12-09 23:26:55 STENBOL - Di rapor otopsiya ewil a Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Kandirayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, sedema mirina wê nehat diyarkirin.  Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Girtîgehê xebera mirina Garîbe Gezerê ragihand malbatê û îdia kir ku Gezerê întihar kiriye.    Piştî vê parêzerên Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Dijî Taciz û Tecawizê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (ÎHD) ji bo biçin girtîgehê ketin rê. Otopsiya cenazeyê Gezerê ku rakirin Saziya Tiba Edlî ya Kocaeliyê bêyî parêzeran hat çêkirin.    Li gor agahiyên ku parêzeran ragihandin di rapora otopsiya ewil a Gezerê de sedema mirinê nehatiye diyarkirin.    Dê cenazeyê Gezerê serê sibehê saet di 08.00'an de ji nexweşxaneyê bê girtin û saet di 15.30'yî de ber bi Mêrdînê ve bê şandin.