Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe 2021-12-09 19:40:38 STENBOL – Asya Gezer, xwişka Garîbe Gezerê ya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, got: "Bawer nakim ku xwişka min xwe kuştibe. Teqez wan tiştek pê kiriye."  Hat îdiakirin ku Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1'ê ya Tîpa T'yê de xwe kuştiye.    Têkildarî vê mirina gumanbar de me xwe gihand xwişka wê Asya Gezerê. Gezer, ragihand ku herî dawî di 16'ê Mijdarê de bi xwişka xwe re axiviye. Gezer, bilêv kir ku rewşa wê baş bûye û moralê wê xweş bûye û got: "Gotibû zextên lê tên kirin kêm bûne, lewma moralê wê baş e. Lê gotibû bi giştî 20 cezayên wê yên hucreyê hene, dê wê têxin hucreyê. Min gotibû ez ê di meha Çileyê de bêm cem te. Pir kêfxweş bûbû. Gotibû ez li hêviya te me. Min sê kargo jî jê re şandin. Wêneyên zarokên me xwestibûn. Min kinc jê re şandibûn."    ‘TEQEZ WAN TIŞTEK PÊ KIRIYE'   Gezer, da zanîn ku îro ji girtîgehê telefonî wê kirine û kesê telefonî wê kiriye gotiye midûrê duyem ê girtîgehê ye û got: "Vî kesî got, xwişka te xwe kuştiye. Min jî got ez bawer nakim. Gava min got ez ê giliyê we bikim, got 'gava tu bê vê derê em ê bi berfirehî biaxivin.' Her wiha got, cenaze rakirine saziya tiba edlî. Ez jî niha ji Mêrdînê diçin Kandirayê. Bawer nakim ku xwişka min xwe kuştibe. Teqez wan tiştek pê kiriye."