Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da 2021-12-09 18:27:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de dima, jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Gezerê xwe kuştiye.  Girtî Garîbe Gezer ku di Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de dima jiyana xwe ji dest da. Rêvebiriya girtîgehê xeber da malbatê û îdia kir ku Gezerê xwe kuştiye.    Parêzer Eren Keskîn jî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev tişt gotin: "Bîskek berê me ji Girtîgeha Kandirayê xeber stend ku muwekîla me Garîbe Gezerê xwe kuştiye. Ew mexdûra îşkenceyê bû. Cezayê wê yê hucreyê hebû. Midûrê girtîgehê telefonî xwişka wê kir, mixabin Garîbeya me çû. Parêzer Jiyan Tosûn û Parêzer Jiyan Kaya diçin cem wê."    Gezer, bi rêya parêzeran û di nameyên şandibûn de ragihandibû ku bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, bi awayekî sîstematîk tê îskencekirin û gardiyanan tecawizî wê kiriye.