Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike 2021-12-09 17:01:21 ŞIRNEX - Bavê Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz ku duh Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû angaşt kiribû endamekê YPS'ê li mala wan binçav kirine Mehmet Kaçmaz, ev tişt got: "Em li malê bûn, me tiştek wiha nedît. Heke weke angaşt dike be bila qeydên qamereyan nîşan bide."      Duh di hevdîtinên budçeyê de Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz di ser kuştina birayê serokê AKP'ê yê Cizîrê Tahîr Guven de hedef nîşan dabû. Soylû, angaşt kiribû ku Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Mehmet Mîraç Dînç birayê serokê AKP'ê Guven kuştiye û weke endamê YPS'ê wî li mala Kaçmaz binçav kirine.    'SOYLÛ DEREWAN DIKE'   Hat hînbûn ku Dînç û kesekî pê re di 7'ê kanûnê de saet di 22.50'yî de li çerxerêya Kolana Nexweşxaneya Kevn a li taxa Dîcleyê ya navçeya Silopiyayê hatine binçavkirin. Bavê Kaçmaz Mehmet Kaçmaz ku bi kurê xwe re li heman malê dimîne Soylû derewand û gotinên Soylû yên li dijî kurê xwe weke komplo nirxand. Bav Kaçmaz, ev tişt got: "Tişta ku Suleyman Soylû dibêje derew û îftira ye. Ne polis ne jî hin kesên din nehatine mala me û me aciz nekirine. Kesên qala wan tê kirin li mala mala me nehatine binçavkirin. Dibe ku polisan dîmenê mala me dabin lê nehatine neketine bi ser mala me de negirtine. Em li malê bûn, me tiştek wiha nedît. Îftira davêjin kurê min û malbata min. Ji ber ku huseyîn li meclisê derbarê wî de diaxive Soylû kînê jê dike. Ji ber wê niha îftira davêje. Heke weke qal dikin be wê demê bila çima min û zarokên min negirtine qamerayê? Heke rast be bila qeydên qameryan biweşînin."   Di berdewamê de Kaçmaz, destnîşan kir ku Soylû ji bo ku berê malbatan bide hev derewam dike û ev tişt anîn ziman: "Eleqeya kesên hatine binçavkirin jî bi vê rewşê re tune ye. Ji bo ku mirovan bi hev bide kuştin Soylû van tiştan dike. Dixwazin bi mirovan bidin bawerkirin û bi vî awayî ser budçeyê bigirin. Ez bang li malbata Tahîrt Guven jî dikin; tiştek wiha tune ye. Derewan dikin û dixwazin me berî hev bidin."