Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin 2021-12-09 16:39:50 WAN - Malbatên girtiyan li Wanê ji bo girtiyên nexweş werin berdan dest bi "Nobeda Edaletê" kirin. Malbatan ji bo beşdariya çalakiya xwe bang kirin.  Malbatên girtiyan li Wanê jî ji bo girtî berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan dest bi "Nobeda Edaletê" kirin. Li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê malbatên girtiyên nexweş Îbrahim Alkan, Emrah Abi û Sinan Karel ji bo nobedê bang li hemû malbatên girtiyan kirin.    'JI BER KU KURD HATIYE GIRTIN'    Hevjîna Îbrahim Alkan, Dilşah Alkan di çalakiya nobedê de axivî û wiha got: "Hevjînê min nexweş e û niha nikare di girtîgehê de bimîne. Ez dixwazim vê gavê bê berdan. Hevserê min ê bi nexweşiyên diyabet û kolestrolê ye ev 3 sal in di girtîgehê de ye. Ji ber ku tenê kurd e ew girtiye. Em dixwazin edalet bê cih. Ew ê heta ku derê me ceza bikin. Hevserê min tenê ji ber fikra xwe gotiye girtiye."   'BEŞDARÎ NOBEDÊ BIBIN'   Asya Abî ya dayika girtiyê nexweş Emrah Abî jî wiha got: "Lawê min ev 10 sal in di girtîgehê de ye û ev 66 sal in ceza danê. Bê sûc tê girtin. Ez hem daxwazim lawê min hem jî girtiyên din ên nexweş bên berdan. Ez tenê dixwazim edalet bi cih were. Em çiqas zêde bibin dê daxwaza me ya edaletê ewqas zêde bi cih bê. Beşdarî nobeta me bibin."   Zeynep Dayan a dayika Îbrahim Karel jî banga berdana kurê xwe kir û wiha got: "Ya li me tê kirin zilm e. Ez hemû kesî vedixwînim nobetê."