Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê 2021-12-09 13:54:42   RIHA - Li Rihayê, derbarê Suleyman Yildirim ku di çarçoveya doza ku bi angaşta "Komîtya Zindanê" hatibû vekirin de dihat darizandin de biryara beraetê hat dayîn.    Navenda wê Rihayê bi angaşta "Komîtya Zindanan a PKK/KCK'ê" 75 jê girtî, 14 jê parêzer, 19 jê gardiyan û 37 siyasetmedarên kurd bi giştî doz li 136 kesan hatibû vekirin. Yek ji van kesên ku doz lê hatibû vekirin jî Suleyman Yildirim bû. Danîşan doza ku li Yildirim hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. Yildirim, ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Parêzerê Yildirim Ahmet Atiş jî li danişînê amade bû.    Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest ku Yildirim bê cezakirin.    Yildirim jî di danişînê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku 25 sal in girtî ye û angaştên lê tên kirin ne rast in. Parêzerê Yildirim Ahmet Atiş jî destnîşan kir ku tevlî danişînê nabin û ji bo muwekîlê xwe daxwaza beraetê kir.    Piştî parastinê heyeta dadgehê, derbarê Yildirim de biryara beraetê da.