Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê 2021-12-09 09:59:36   MÊRDÎN - Şaredariya Bajarên Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, li navçeya Artûklûyê,10 neguhêzbaran da ber firotinê.            Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di 19'ê tebaxa 2019’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve cara duyemîn qeyûm tayînê wê hat kirin, 10 neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê. Neguhêzbarên ku rêveberiya qeyûm daye ber firotinê li taxa Acar a navçeya navendî ya Artûklûyê ne. Ji bo îhaleya ku bê kirin jî 14 û 15'ê kanûnê hatine diyarkirin. Neguhêzbarên bên firotin yekûn 91 hezar û 538,97 metreçarnik e û bihayê weke 44 milyon û 967 hezar TL hatiye diyarkirin.