Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet 2021-12-09 09:09:01 MÊRDÎN - Derket holê ku Fermandarê Cendirmeyan ê Dêrikê yê berê Serdar Batûr, tevî hin cerdevanan çeteyek ava kiriye û bi vê çeteyê re beranberî bertîlê kadroya cerdevantiyê firotiye û mazota qereqolê û kincên eskeran ên aydê qereqolê dizîne.  Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê derket holê ku fermandarên qereqolê û hin cerdevanan çeteyek ava kirine û bi vê çateyê gelek sûc kirine. Li gor agahiyên bi dest ketin Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di sala 2016'an de bi îxbarekê derbarê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Dêrikê yê berê Serdar Batûr /Batar), Fermandarê Beşa Xizmeta Muhafizê Îbrahîm Halîl Zorlûoglû, cerdevan Tarik Tekîn, Abdûllah Ozyilmaz, Bahrî Dûrmaz, FErhan Korkmaz, Mehmet Akgyn û Mehmet Şîrîn Başaran û kardêr Necat Esdal de lêpirsîn daye destpêkirin.    Piştî lêpirsînê şopandina fizîkî û teknîkî hatiye destpêkirin. Di Gulana 2016'an de Serdar Batûr jî di nav de 9 kes hatine binçavkirin û paşê hatine girtin. Ev kes piştî 4 mehan hatine berdan. Lêpirsîna ku zêdetirî 5 salan dewam kir, çend meh berê temam bûye û dozgeriyê derbarê 9 kesan de bi sûcên "bertîlstendin, avakirian rêxistina sûcî û birêvebirina vê rêxistinê û endamtiya vê rêxistinê" îdianame amade kiriye.    BI BERANBERÎ 10 HEZAR TL'YAN KADROYA CERDEVANTIYÊ   Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku çete ji aliyê Tarik Tekîn ve hatiye avakirin û ji aliyê Serdar Batûr ve jî hatiye birêvebirin. Di îduanameyê de hatiye destnîşankirin ku endamên çeteyê ji kesên ku xwestine bibin cerdevan 10 hezar TL bertîl stendine û paşê kadroya cerdevantiyê dane wan. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Tekîn kesên ku xwestine bibin cerdevan peyde kirine û Batûr jî lîsteya ku dê ji walîtiyê re bişîne amade kiriye.    Di îdianameyê de hevdîtinên telefonê yên endamên çeteyê jî hatine bicihkirin. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku di hesabên endamên çeteyê de 120 hezar TL hatiye dîtin.    DIZIYA PETROLÊ   Di îdianameyê de Fermandarê Qereqolê Batûr û Fermandarê Muhafizan Îbrahîm Halîl Zorlûoglû bi hin tiştên din jî hatine sûcdarkirin. Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku Batûr û Zorlûoglû ferman dane eskeran ku sotemeniya di bin banê fermandariyê de têxin wesayîtên sivîl û bi vî awayî bi hezaran lîre pere bi dest xistine. Her wiha di îdianameyê de li gor îfadeya bersûcekî petrola Xeta Kerkûk-Yûmûrtalikê jî hatiye dizîn.    KINCÊN ESKERAN FIROTIN   Di îdianameyê de hatiye gotin ku Batûr û Zorlûoglû malzeme û pêdiviyên ji bo qereqolê nehatine stendin jî wekî hatibin stendin nîşan dane û ji bo vê fatûre dane çêkirin. Her wiha di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku kincên eskeran jî radestî eskeran nehatine kirin, lê wekî ku eskeran ew teslîm girtibin îmze dane û bi vî awayî sûcê zîmmetê hatiye kirin. Hat tespîtkirin ku Batûr û Zorlûoglû kincên eskeran firotine.    Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku fermandarê qereqolê tevî Tarik Ekîn û ajovanên xwe araq vexwarine û qeza kirine û piştî qezayê di wesayîtê de bombe û çek hatine dîtin û fermandarê qereqolê bombe û çekên di envantera qereqolê de dane ser navê xwe.    DANIŞÎNA EWIL   Danişîna ewil a 9 kesên bi awayekî negirtî tên darizandin, di 7'ê Kanûnê de hat lidarxistin. Bersûcên tevli danişînê bûn tiştên pê tên sûcdarkirin qebûl nekirin.              MA / Ahmet Kanbal