Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye 2021-12-09 09:08:56 RIHA - Bijîşk Bûlût Ezer, diyar kir ku ji ber pandemî û enfeksiyona grîbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye û bal kişand ser xwarina zebze, fêkiyan û vexwarina avê.    Bi hatina zivistanê re hejmara kesên bi grîbê dikevin zêde dibe. Liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye. Endamê Odeya Bijîşkan a rihayê Bijîşl Bûlût Ezer, ji bo parastina ji grîbê bal kişand ser xwarina zebze û fêkiyan, vexwarina avê û xeweke bi rêk û pêk.    Ezer, bilêv kir ku bi sermayê re miqawemeta laşê mirv zihîf dibe û ev dibe sedema nexweşînan.    RÊJEYA AŞIYÊ   Ezer, destnîşan kir ku şewba Covîd-19'ê didome û got: "Mixabin li Rihayê rêjeya aşiyê pir kêm e. Bi taybetî jî rêjeya doza dudoyan. Em pir drî kontrolkirina şewbê ne. Em li benda gelê xwe ne ku rojek berî rojekê aşî bibin. Mixabin hîn jî mirov ji ber Covîd-19'ê dimirin."    5 HEZAR SERLÊDAN   Ezer, bibîr xist ku Wezareta Tenduristiyê aşiyên grîbê danîne dermanxaneyan û kesên di ser 65 salan ên nexweşînên wan ên kronîk hene dikarin bibin û got: "Hê jî li gelek dermanxaneyan têra xwe aşî tune ne. Hem zêdebûna hejmara pêketiyên Covîd-19'ê hem jî ya grîbê, liv û tevgera li nexweşxaneyan zêde kiriye. Roj heye nêzî 5 hezar kes serî li nexweşxaneyan didin. Heman titş li Navendên Tenduristiyê yên Malbatê jî wisa ye. Pandemî iddome. Teqez divê her kes mesafeyê, bikaranîna maskeyan û paqijiyê esas bigire."    FÊKÎ Û AV   Ezer diyar kir ku grîb her sal di heman demê de rû dide û got: "Bi taybetî di serê zivistanê û dawiya biharê de em bi vê şewbê re rû bi rû dimînin. Muqameweta laşê mirov girîng e. Ya vê zêde dike rêkûpêkbûna xwarinê ye. Bi taybetî jî fêkî, zebe û av. Ya din jî rêkûpêkbûna xewê ye. Divê mirov baş rakeve. Divê cixare û alkol bê kêmkirin."   MA / Mujdat Can