TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike 2021-12-08 16:25:30   AMED - Endamên TMMOB’ê serdana Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan kirin. Sekreterê TMMOB’ê Dogan Hatûn bang li Wezîrê Dadê kir û got: “Hûn sûc dikin. Demildest dev ji vî sûcî berdin.”    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayê berdan ji bo ku girtiyên nexweş û cezayê wan qediyaye werin berdan, li Baroya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirine. Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de berdewam kir. Endam û rêveberên Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyarênû Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Amedê serdana malbatan kirin.    Sekreterê Koordînasyonê Dogan Hatûn di serdanê de axivî û polîtîkaya li girtiyên nexweş tê sepandin wek “zilmê” nirxand û wiha got: “Di dinyayê de tiştek wiha nîne. Li tevahiya dinyayê sûc çi dibe bila bibe, mafê mirovan esas têgirtin. Li Tirkiyê di yasayan de hebe jî lê dema mijar dibin kurd ev yasa nayên xebitandin. Van yasayan bêtir dikin wesîleya zilmê. Îro zilm derketiye asta herî zor. Ji bo tedawiya girtiyên nexweş were kirin, divê werin berdan.”    ‘DEMILDEST DEV JI VÎ SÛCÎ BERDIN’    Hatûn destnîşan kir ku tişta li Tirkiyê tê kirin hem li dijî hiqûqa navxweyî û navnetewî ye û got: “Em pir eşkere gazî Wezîrê Dadê dikin. Bizanibe ku tu sûc dikî. Di şexsê Wezareta Dadê de tu sûc dikî. Girtiyên nexweş li hepsan terkî mirinê hatine kirin, ev sûcek qanûna bingehîn e. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê vê yekê wek sûc dibîne. Neberdana girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan sûc e. Ev hemû pêkanînên kêfî ne. Tu sûc dikî. Îro nebe jî hûn ê sibê di Dîwana Edaletê de bi van sûcên ku we kiriye re rûbirû bimînin. Ji bo ku hûn ji vê xeletiya xwe vegerin, em wek rêxistinên sivîl banga lezgîn dikin. Hûn sûc dikin. Divê hûn demidlest dest ji vî sûcî berdin.”    ‘EM NAXWAZIN CENAZEYÊN ME DERKEVIN’    Hevjîna girtiyê nexweş Siddik Guler jî ji kesên hatin serdanê re da zanîn ku hevjînê wê hişê xwe winda kiriye û ji bîra dike ku avê jî vexwe.    Încî Guler a ku birayê wê girtiyê nexweş e jî diyar kir ku li girtîgehan tu demê zext û tundiyek wiha nedîtine û ew naxwazin cenazeyê wan ji girtîgehan derkeve.    ‘DILÊ WÊ LI BER ÎFLASÊ YE’    Rabî Ataş a dayika girtiya nexweş Şîvekar Ataş a ku li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin jî anî ziman ku neberdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye li dijî aqilan e û got: “Jixwe li Tirkiyê edalet nebû. Niha jî muameleyên kêfî dikin. Heke keça min ne ciwan bûya ji zûve cenazeyê wê derketibû. Tedawiya wê nayê kirin. Hindik maye ku dilê wê îflas bike. Heke li dervebûya me yê wê derman bikira. Lê li wir nayê dermankirin.”