TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin 2021-12-08 14:37:24   AMED - TJA'yê bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyek nivîskî belav kir û piştî tecrîda girankirî li ser Ocalan dest pê kir, jin û siyasetmedar bi binpêkirina mafê mirovan re rûbirû man.    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebata Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li tevahiya cîhanê ji sala 1948’an heta îro di navbera 10 û 17'ê Kanûnê wek Hefteya Mafên Mirovan tê pêşwazîkirin. Bi vê wesîleyê gelek bangewazî tên kirin. Li erdnegariya ku em lê dijîn de bi hezar sal in êrişên fizîkî, derûnî, zayendî û çandî pêk tên. Îro jinên kurd û Gelê Kurd li dijî her cureyên êrişan têkoşîna ehlaqî û polîtîk dide meşandin. Lê bi binçavkirin, girtin û sirgunkirinan re rûbirû dimînin. Bi her avahî bi înkarkirina dewletê re rûbirû dimînin. Piştî ku hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin kirin hatin qutkirin, polîtîkayeke şer dest pê kir. Di serî de siyasetmedarên jin û tevahî kesên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê didin bi şîdeta darazê re rûbirû man. Ji bo Ayşe Gokkan 30 sal û ji bo Leyla Guven jî 22 sal ceza hat dayîn.    Em carek din dibêjin em ê têkoşîna azadiyê bidin û berxwedana xwe mezin bikin, li qadan dengê xwe bilind bikin û em dev jî jiyana xwe bernadin. Têkoşîna me têkoşîna mirvatiyê ye. Em jin ligel her cureyên zext û zordariyê piştevaniya jinan mezin bikin û xwe bi hêztir bikin û têkoşîna xwe bidomînin.'