Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin 2021-12-08 14:32:12   ŞENGAL - Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hat veşartin.   Duh saet li derdora 14:00’an balafira bêmirov a Tirkiyê di roja yekemîn a rojiyên Êzî de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Di wesayîtê de ku zarokên Merwan Bedel jî hebûn, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Merwan Bedel îro danê siharê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û ji bo rê û resmên olî anîn mala wî. Bi sedan welatî jî li ber mala Merwan Bedel kom bûn. Piştî ku rê û rêsmên olî xilas bûn, cenazeyê Merwan Bedel bi dengê def û şibêb û berzkirina dirûşmeya "şehîd namirin" ber bi goristanê hat birêkirin.   Cenazeyê Bedel bi beşdarbûna hezaran kesî û berzkirina dirûşmeyan bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hat veşartin.   Piştî ku darbesta Merwan Bedel bi karwaneke bi sedan wesayîtan ji mala wî hat oxirkirin, karwan beriya ku bigihe şehîdgehê, li lofên Kolika sekinî. Li vê derê bi hezaran welatî darbesta wî girtin ser milan û heya şehîdgehê meşiyan. Girse bi lêdana def û şibêban û her wiha bi dirûşma "şehîd namirin" heya şehîdgehê meşiya.   Li goristanê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Şengalê (TAJÊ), Yekîtiya Ciwanên Êzidî, hevserokên PADÊ, Fermandariya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzîdxanê, oldar û eşayîrî û her wiha gelê Ereb jî di merasîmê de amade bûn.    'NAXWAZIN ÊZIDÎ BI RÊXISTIN BIBIN'    Di merasîmê de li ser navê fermandariya YBŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî. Tîrêj Şengalî di axaftina xwe de bal kişand ser ked û têkoşîna Bedel û wiha got: “Şehîd Merwan Bedel di dema fermanê de ji bo parastina civaka xwe tevlî refên berxwedanê bû. Bi salan ji bo parastina Şengalê û Êzîdxanê têkoşînê kir.” Tîrêj Şengalî destnîşan kir ku herî dawî jî ji bo rêxistinkirina civaka azad wî di qada civakî de xebat meşandine û wiha berdewam kir: “Malbata hevalê Dijwar Feqîr hebû. Lê malbata wî ya esasî civaka Êzidî bû. Ev şehadet jî car din îspat kir ku ji bilî xwe rêxistinkirin û xwe parastinê tu rêyek cûda ji bo Êzidiyan nîne.”   BAL KIŞAND SER TÊKOŞERIYA WÎ   Piştî axaftina Tîrêj Şengalî, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Brahîm axivî. Heso Brahîm jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser jiyana têkoşer a Merwan Bedel û wiha got: “Em di şexsê wî de hemû şehîdan bibîr tînin. Pêşengê me Merwan Bedel bi rêzdarî bibîr tînin. Eger em bêjin em li pey Tawisî Melek in emê şehîdan bidin. Eger em şehîdan bidin wê demê em zanibin em hene. Hevalê Merwan bû fedaiyek Tawisî Melek, bû fedayiyê Êzîdxanê. Hevalê Merwan şehîdê Êzîdxanê ye. Bila serê gelê Êzidî sax be. Hol hola Tawisî Melek e."    'BERPIRSIYAR HIKUMETA IRAQÊ YE'    Di merasîmê de herî dawî jî Şemê Remo li ser navê TAJÊ axaftinek kir. Dayê Şemê di axaftina xwe de herî zêde bal kişand ser berpirsyariya hikumeta Iraqê û got: “Ka parastina hikumeta Iraqê, ka parastina dewletan. Hikumeta Iraqê îro hevalê Erdogan e. Em vê hikumetê şermezar dikin.”   Di merasîmê de hêrs û kîna li hemberî Tirkiyê, hikumeta Iraqê û PDK’ê hîç kêm nebû. Her wiha soza mezinkirina têkoşînê û parastina Şengalê hat dayîn.   Piştî axaftinan cenazeyê Bedel li ber berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" spartin axê.