Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê 2021-12-08 14:06:06   ENQERE - Ji ber ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû şer derxist Serokwekîlê Meclisê navber da rûniştinê.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, di hevdîtinên ser budçeya Wezareta Karên Hundir de şer derxist. Parlamenterê CHP'ê yê Bûrsayê Erkan Aydin, derbarê siwarbûna Soylû ya li balefira Sezgîn Baran Korkmaz de rexneyan li Soylû kir. Ji ber rexneyê Soylû bi ser Aydin de qêriya û jê re got 'Tu sextekarî'.  Aydin bersiv da Soylû û jê re got, 'Wisa li te vedigerînim'.     Serokwekîlê Meclisê Sureyya Sadî Bîlgîç, bi van gotinan Soylû hişyar kir: "Birêz Wezîr, ne pêkane ku em wiha muzakereyan bi rê ve bibin."   Di vê kêliyê parlamenterê AKP û CHP'ê bi kulma şer kirin. Li ser vê Serokwekîlê meclisê 10 deqe navber da rûniştinê.