OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir 2021-12-08 13:55:29   ENQERE - OHD’ê ji bo beşdariya danişîna ewil a doza Malbata Dedeogullari bang kir û got ew ê ji bo binpêkirinên mafê mirovan bêceza nemînin têkoşîna xwe bidomînin.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî danişîna ewil a doza Malbata Dedeogullari ku 7 ferdên wê li navçeya Meramê ya Konyayê hatibûn kuştin, ku wê were lidarxistin daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di dozê de Mehmet Altun ê kujer û ji malbatên Çalik û Keleş jî 9 kesên ku negirtî tên darizandin. Danişîna ewil a dozê wê di 14’ê kanûnê de li Edliyeya Konyayê were lidarxistin.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî êrişa li hember malbatê ya di 12’ê gulanê de lêpirsînek bibandor nehatiye birêvebirin û ji ber faîl hatine berdan û ferdên malbata Dedeogullari bêparastin hatiye hiştin, bi komkujiyê re rûbirû man. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 7 ferdên malbatê bi awayek organîzeyî û profesyonel hatine kuştin û wiha hat gotin: “Berê jî ji malbatê re gotibûn ‘em ê kurdan ji vir rakin’. Kujer û faîlan gelek caran gef li malbatê xwarine û êrişî wan kirine. Di encamê de 7 ferdên malbatê hatin kuştin. Ji ber ku pêvajo bi awayek birêkûpêk nehatiye şopandin, delîlên di dosyeyê de nehatiye nirxandin, daxwaz nehatine qebûlkirin, dosye wisa hatiye bi encamkirin û ji ber ku îdianame wisa hat amadekirin, di asta lêpirsînê de bersûc yek bi yek hatin berdan. Halêhazir tenê kujer girtî ye.”    BANGA BEŞDARIYA DANIŞÎNÊ    OHD’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew li dijî her cûre êrişên cihêkarî û nijadperest in û ew hemû mafên jiyanê diparêzin û ji bo binpêkirinên mafê mirovan bêceza nemînin wê t3ekoşîna xwe bidomînin. OHD bang li hemû hevpîşe û rêxistinên hiqûq ên demorkatîk kir ku beşdarî danişîna doza Malbata Dedeogullari bibin.