Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye 2021-12-08 13:41:41   AMED - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin di roja 23’yan de berdewam dike.   Malbatên girtiyan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ên nayên berdan bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 23’yan de berdewam dike. Ji roja destpêka nobetê ve gelek partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, rêxistinên mafên mirovan, hiqûqnas û welatiyan serdana malbatan kirin. Malbatan diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bên wê Nobeda Edaletê bidomînin.