Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên 2021-12-08 13:08:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê iraqî Basim Xaşan, diyar kir ku êrişên li Şengal û Herêma Kurdistan ji ber bêdengiya hikûmeta Iraqê pêk tên.      Tirkiye êrişên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê û Şengalê didomîne. Di êrişa Tirkiyeyê ya duh a li dijî wesayîteke sivîl de Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da. Siyasetmedarê iraqî derbarê êrişê de ji Rojnewsê re axivîn û êrişê şermezar kirin.    ÊRIŞ GEL DIKIN HEDEF   Siyasetmedar Basim Xaşan, diyar kir ku ji ber bêdengiya Hikûmeta Iraqê pêk tên û wiha got: "Sedema dubarekirina êrişan bêdengiya hikûmetê ye. Dewleta tirk di nav hefteyekê de çend êriş li Iraqê pêk anîn. Ev êrişî bi awayekî neyînî bandor li gel dikin. Gelê bêguneh dibe hedefa êrişan. Ji bo pêşîligirtina êrişan hevdîtinên dîplomatîk girîng in. Lê mixabin Hikûmeta Iraqê li dijî sûcê Dewleta Tirk bêdeng dimîne. Li dijî êrişên bombeyî divê xebatên dîplomatîk bên pêşxistin."   BANGA LÊKOLÎNKIRINA KOMKUJIYAN   Çavdêrê siyasî Kazim Elhac jî diyar kir ku  Tirkiye ji bêdengî û qrîza siyasî ya li Iraqê sûd werdigire û ev tişt gotin: "Sedemên dîrokî yên êrişên Tirkiyeye hene. Ev bi dîrokî Osmaniyan re eleqedar e. Bi êrişên xwe yên li dijî gelê bêparastin dixwazin bigihîjin armancên xwe. Amerîka û Tirkiye parçekirina Iraqê kirine hedef. Bang li rayedarên siyasî yên iraqî, çapamenî û saziyên mafên mirovan dikim ku komkujiyên ku Dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê kirine lêkolîn bikin."