9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin 2021-12-08 13:00:23   MELETÎ - Cenazeyên 9 HPG’yiyên ku hatibû diyarkirin li Çiyayê Mircan jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin. Tê payîn ku cenaze îro an sibê radestî malbatên wan bên kirin.    Cenazeyê 9 HPG’yiyên ku hatibû diyarkirin di 4’ê Kanûnê de li Çiyayê Mircan ê navçeya Pulura Dersimê jiyana xwe ji dest dane, li morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê tên sekinandin. Ligel ku cenaze hatine teşhîskirin jî hêj nedane malbatên wan.   Malbatan diyar kirin ku di encama hevdîtinên kirin de li bende ne ku îro 6 cenazeyan radestî wan bikin lê ji ber wê di nava rojekê de 2 cenaze biçin Dersim, Amed û Wanê bi hêceta “ewlehiyê” destûr nedane û bi lêv kirin ku wê 3 cenazeyan jî sibê radestî malbatên wan bên kirin.     Ji bo wergirtina cenazeyê Çagla Yeleser a jiyana xwe ji dest da, ji ber ku dayik Gultaze Yeleser û xwişka wê li girtîgehê ne, xal û xaleta wê çûn Meletiyê. Lê ji malbatê re hat ragihandin ku bi hêceta xizmên di asta duyemîn de ne cenaze nayê dayîn. Hat hînbûn ku daxwaza destûrdayîna dayik Yeleser a ji bo tevlî merasîma cenaze bibe, hêj nehatiye bersivandin.   NAVÊN KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAN   Navên kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: “Cîhan Soylemez (Mûnzûr-Dersim-1980), Çagla Yeleser (Veroz - Dersim - 1987), Mîhrîban Ata (Jinda Jin - Mêrdîn - 1993), Guldane Karaer (Nûda Karker - Wan - 1992), Hasret Ulger (Rojîn - Semsûr  - 1993), Nevzat Demîr (Baz Çolemerik - Colemêrg - 1987), Nîmet Arşîmet (Şervan Artîzan, Amed - 1998), Celal Doganay (Cûdî Amed- Amed- 1996), Akîf Bedîr (Azad Wan- Wan- 1998).