Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin 2021-12-08 11:28:52 ŞIRNEX - Polîsan li navçeya Sîlopiyayê, 3 kes binçav kirin.  Li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê, Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mehmet Mîraç Dînç, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sumeyye Gok û Endamê Meclîsa Şaredariya Sîlopyayê Abdûllah Kaçmaz ku di saetên serê sibehê de dema ji mala xwe çûn Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê, li nuqteya kontrolê polisan hatin rawestandin. Pişt re polîsan ew binçav kirin û birin Miduriyeta Polisan a Navçeyê.