Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin 2021-12-08 11:23:09   RIHA – Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne got: “Em dijîn û li ber xwe didin. Çimkî berxwedana ji bo edaletê jiyankirin e.”    Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) ku sê ferdên malbata wan ji aliyê AKP’iyan ve di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsê hatibûn kuştin, di roja 275’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike û ji bo vê yekê nobetê li dar dixe.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal wêneyê sê ferdê malbata xwe yên hatin kuştin belav kir û wiha got: “Em dijîn û li ber xwe didin. Çimkî berxwedana ji bo edaletê jiyankirin e. Kujerên ku van 3 mirovan li nexweşxaneyê bi hovane kuştin, hêj di nava xelkê de ne... Yên ku dibêjin edalet heye, dibin şirîkê zilma li ber avahiya edliyeyê.”