Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e 2021-12-08 10:51:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ê bi şewba vîrûsa koronayê ket, rakirin beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê.    Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin û tevî hemû bangewaziyan nayê berdan, bi kurê xwe Ahmet Ozkan re bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ket. Ozkan, duh bi şev piştî rewşa wî giran bû rakirin beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Hat diyarkirin ku rewşa Ozkan xeternak e.