Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin 2021-12-08 10:26:51   AMED - Ji bo serdana Serokkomar Tayyîp Erdogan ji aliyê şaredariyê ve li peşiya mala Sûna Kepolû Ataman a AKP'î pîsta helîkopterê hat çêkirin. Erdogan qet neçû gund.    Hat hînbûn ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dema serdana xwe ya Êlihê ya di 6'ê mijdarê de plana ziyareteke taybet kiriye. Endama MKYK'a Baskê Jinan a Navenda Giştî ya AKP'ê Sûna Kepolû Ataman, xwestiye Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan li gundê xwe Sora yê navçeya Farqînê ya Amedê bike mêvan. Vê daxwaza Kepolû ji aliyê Erdoganan ve çend roja beriya serdana Êlihê hatiye qebûlkirin û ji bo pêşwazîkirina wan Kepoglû bi derfetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li gund xwe dest bi amadekariyan kiriye.    QEYÛM SEFERBER BÛYE   Tê angaştkirin ku di çarçoveya amadekariyan de şaredariyê beriya serdanê, li gundê Sora li pêşiya mala Kepolû pîsteke taybet a helîkopterê ji bo Erdogan çêkiriye. Hat diyarkirin ku piştî xebatên 10 rojan pîsta li gund hatiye temamkirin û rêya di navbera mala Kepolû pîstê de hatiye asfaltkirin. Li gorî angaştan, lêçûna çêkirina pîstê ji budçeya şaredariyê hatiye pêşwazîkirin. Lê ji ber ku bi hev neketiye û dema Erdogan çênebûye serdana ku bi budçeya şaredariyê amadekariyên wê hatine kirin pêk nehatiye û ji bo serdana Erdogan a Sêrtê hatiye taloqkirin.    DÎSA SERDAN PÊK NEHAT   Serdana ku ji bo piştî bernameya Erdogan a Sêrtê ya di 4'ê kanûnê de hatibû taloqkirin vê rojê jî ji ber ku dema Erdogan çênebû dîsa pêk nehat.    TERKÎ RIZANDINÊ HATIYE KIRIN   Pîsta ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi hezaran TL pere lê hatin xerckirin û bi rojan cendirmeyan nobeta wê hat girtin piştî ku Erdogan lê pêya nebû terkî rizandinê hat kirin.