CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin 2021-12-08 10:20:23   STENBOL - Siyasetmedarên kurd derbarê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dosyek radestî CPT’yê kir. CPT’yê diyar kir ku ew mijarê dişopînin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliy ê ya Tîpa F ku Ewlehiya Bilind e, 22 sal in tê tecrîdkirin. 8 meh in agahî ji Ocalan û sê girtiyên gel wî nayê wergirtin. Hiqûqzan û siyasetmedarên kurd li dijî tecrîdê lig elek deverên Kurdistanê, Tirkiyê û dinyayê radibin û li ser hev çalakiyan li dar dixin. Siyasetmedarên kurd ên duh li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) nobeda “Ji Ocalan Re Azadî” digirin, dosyeyek amade kirin û duh radestî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kirin.    CPT: DIYALOGA ME BI AWAYEK AKTÎF DIDOME    Di naveroka dosyeyê de qala tecrîdkirina Ocalan û mafên wî û her wiha binpêkirinên mafê girtiyan ên li girtîgehên Tirkiyê tê kirin. Rayedarên CPT’yê ku dosyeyê wergirtin, hat zanîn ku wiha gotine: “Em geşedan û bûyerên li Îmraliyê dişopînin. Timî bala me li ser e. Ji avabûna CPT’yê heta niha xebatên ku me li hundir kirine li derve nayên dîtin. Em nikarin rave bikin ka em çi dikin. Lê em bi awayekî aktîf li ser vê mijarê dixebitin. Beriya niha di sala 2019’an de li ser Îmraliyê raporek me hebû. Binpêkirinên ku me di vê raporê de behs kirine hene. Pêvajoya diyaloga me ya bi Tirkiyeyê re ji bo rakirina van binpêkirinan bi awayekî aktîf didome û em ê viya berdewam bikin.”   MA / Ferhat Çelîk