Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin 2021-12-08 09:32:55 RIHA - Mehmet Ocalan, anî ziman ku ji ber ku xeberê ji Rêberê PKK'ê nagirin fikarên wan zêde bûne û got: "Ev pirsgirêk, pirsgirêka her kesî ye. Demidlest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin."  Ji 25'ê Adarê ve xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Heman tişt ji bo Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirimê di heman girtîgehê de ne jî wisa ye. Malbat û Buroya Hiqûqê ya Asrinê li dijî vê yekê serî li rêxistinên civaka sivîl, baro û komeleyan dan.   Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bertek nîşanî astengkirina hevdîtinan da.    8 MEH IN XEBER JÊ NAYÊ GIRTIN   Ocalan, diyar kir ku qedexekirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re nayê qebûlkirin û got: "Kes van pêkanînan qebûl nake. 6 mehan carekê li gor qafê  xwe cezayê dîsîplînê dibirin. Ev cezayên dîsîplînê nayên qebûlkirin. Ev tişta ku dewlet dike ne rewa ye. Dewlet hurmetê nîşanî qanûnên xwe jî nade."    Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku zêdetir, 8 meh in xeberê ji birayê xwe Ocaaln nagirin û got: "Li wir çi diqewime, haya me jê tune. Fikarên me pir zêde ne. Em tu xeberê nagirin. Hene tune ne, em nizanin. Divê her kes hesas be, ev tişt nayê qebûlkirin."    'CPT PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NAKE'   Ocalan, bal kişand ser bangawaziya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê Ocalan de daxilî nav rojeva xwe kiribû û bang kiribû ku çi tevdîr hewce bin divê bên girtin. Ocalan got: "Ev biryareke baş e. Lê salek wext dane. Dê di salekê de çi bibe çi nebe, em nizanin. 8 meh û nîv in haya me ji Îmraliyê tune ye. 4 mirov li wir di zindanê de ne. Ger Ewropa bixwaze dê karibe vê meseleyê çareser bike. CPT, gava bixwaze dikare her tiştî bike. Lê nakin."    Ocalan, bal kişand ser hevdîtinên li Enqereyê yên malbatên girtiyên di Îmraliyê de jî û got: "Ev pirsgirêk pirsgirêka her kesî ye. Demidlest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Ocalan 72 salî ye. Wî li wir bê nefes hiştine. Divê derî li ber malbatan bê vekirin."    NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ   Ocalan, destnîşan kir ku krîza aborî jî di nav de sedema hemû pirsgirêkên welêt tecrîda li Îmraliyê ye û got: "Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Ger meseleya kurdî bê çareserkirin, dê pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê jî çareser bibin. Ger meseleya kurdî çareser bibe dê her kes rihet bibe. Pirsgirêka herî mezin girtina deriyê Îmraliyê ye. Ger derî bên vekirin Ocalan aktorê herî mezin ê çareseriya meseleya kurdî ye."    MA / Mujdat Can