Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e 2021-12-08 09:28:05 ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku êrişa bi SÎHA'yê li Şengalê hatiye kirin sûcê şer e û ev pirs kir: "Karê ku DAIŞ'ê nîvco hiştiye gelo hûn dixwazin temam bikin?" Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, di hevdîtinên budçeyê de derbarê êrişa Artêşa Tirk a li dijî navçeya Xanesorê ya Şengalê ku di encamê de Hevserokê Desteya Rêveberiya Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da de mafê axaftinê girt. Beştaş bertek nîşanî êrişê da û wiha got: "Me îro nûçeyek xemgîn xwend. Min derbarê wê de mafê axaftinê girt. Min hîn kir ku li Şengalê bi SÎHA'yê êriş li Merwan Bedel hatiye kirin û jiyana xwe ji dest daye.  Hûn ê bibêjin, 'Çi eleqe dike? Li Şengalê kurdên êzidî rûdinên û 73 ferman bi ser wan de hatine û gef û êrişa qirkirinê li wan hatiye kirin. Merwan Bedel di wesayîta xwe de bi 2 zarokên xwe re hat bombekirin û jiyana xwe ji dest da. Zarokên wî jî bi mudaxileya kesên ku di nêz de derbas dibûn ji şewitandinê xelas bûn. Destpêkê em vê êrişê şermezar dikin."   'KARÊ NÎVCO YÊ DAIŞ'Ê TIRKIYE DIXWAZE BI SÎHA'YAN TEMAM BIKE'   Di berdewamê de Beştaş, destnîşan kir ku êrişa li dijî sivîlan sûcên şer e û ev tişt anîn ziman: "Duh Alîkarê Serokkomar ji ber ku me gotibû 'şer' rexne li me kir, xwedî li vir bûna. Em dibêjin, 'Ev sûcekî şer e'. Li Şengalê kîjan êrişa kurdên êzidî li Tirkiyeyê hatiye kirin? Em dipirsin çi xesara kesên li wir heye? DAIŞ'ê wir kir warê komkujiyan û bi hezaran mirovan kuşt. Niha, karê ku DAIŞ'ê nîvco hiştiye, Tirkiye dixwaze bi SÎHA'yan temam bike? Em bang dikin ku vê derbarê de daxuyanî bê dayîn û min di vê mijarê de ji Wezîrê Karên Derve jî pirs kiribû û gotibû, 'Êrişa DAIŞ'ê şermezar dikim û qirkirinê nas nakim'. Bi awayekî vekirî pirs dikim ku di sûcê şer ê îro û di mijara sûîqestê de çi difikire û dubare şermezar dikim."