TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide 2021-12-08 09:17:14   AMED - Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Mûrat Aba, anî ziman ku ATK'a ku guh nade raporên nexweşxaneyên ên ji bo girtiyên nexweş, raporên bîrdozî yên ne zanistî dide girtiyan.   Saziya Tiba Edlî (ATK) ku bereksê raporên nexweşxaneyan ên "nikare di girtîgehê de bimîne" ên ji bo girtiyên nexweş raporan çêdike, mafê jiyanê yê girtiyên nexweş binpê dike. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2020'î de 27, di sala 2021'ê de jî 21 girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan.    Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ê Amedê Parêzer Mûrat Aba, rewşa girtiyên nexweş, sedemên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxandin.    ‘ATK RAPORÊN BÎRDOZÎ DIDE'   Aba, bal kişand ser pirsgirêkên ku girtiyên nexweş bi wan re rû bi rû dimînin û di van pirsgirêkan de rola ATK'ê û got: "Bi salan e derdê me yê sereke sazî xweser û serbixwe bin û biryarên adil bidin. Mixabin ATK demeke dirêj e biryarên şaş dide. Wekî alîgirê bûyerê herekt dike."    Aba, destnîşan kir ku tişta sereke ya ku divê ATK bike, ew e ku daneyên di dest xwe de, raporên nexweşxaneyan û beyanên kes bike yek û li gor vê raporê amade bike û got: "Lê em raporine pir neguncaw dibînin. Mehmet Emîn Ozkan êdî pir ji taqet ketiye. Lê ATK dibêje, 'dikare di girtîgehê de bimîne.' ATK, carinan ji dêvla raporên tibî, zanistî, raporên bîrdozî dide."    HEYETA SIVÎL A SERBIXWE   Aba, bilêv kir ku çareserkirina meseleya girtîgehan dê bi heyeteke sivîl a serbixwe û xwedî karbidestiya kontrolkirina girtîgehan pêkk bê û got: "Divê heyetên ku rêxistinên sivîl jî di nav de bên çêkirin û ev heyet karibin girtîgehan kontrol bikin. Divê ev feraset biguhere. Tiştekî pir sereke heye. Gava girtîyek biçe nexweşxaneyê, li wir êdî têkiliya nexweş-bijîşk heye, têkiliya girtî, bersûc û bijîşk tune ye. Divê ev esas bê girtin. Em muayeneya bi awayekî kelemçekirî dibînin. Kelemçeyan ji destên wan dernaxin an jî esker dikevin odeyê. Divê ev tişt hemû bên guherandin. Ji bo çareseriyeke lezgîn divê heyetine ku rêxistinên sivîl jî di nav de bên avakirin û serdana van deran bikin."    SÛCEKÎ NAVNETEWEYÎ   Aba, destnîşan kir ku girtîgeh bûne cihê îşkenceyan û muameleyên xirab û got: "TÎHV, 31 sal in kesên li vê erdnîgariyê tên îşkencekirin tedawî dike. Ên ji ber îşkenceyê serî li me didin, piranî jê piştî ji girtîgehê derdikevin tên. Mixabin li girtîgehan îşkence û muameleya xirab didome. Ev li gor îçtihadên navxweyî û navneteweyî sûc in."    NOBEDA EDALETÊ   Aba, diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan têkildarî van mijaran bi awayekî rêk û pêk raporan amade dikin, lê belê pêşniyarên wan ên ji bo çareseriyê esas nayên girtin û ji ber vê malbat ji bo dengê girtiyên nexweş ragihînin Nobeda Edaletê dane destpêkirin. Aba got: "Lê mixabin em sererastkirineke cidî nabînin. Malbat jî ji bo vê meseleyê ragihînin serî lidarxistina çalakiyekê dan. Hêvîdar im dê ev yek di demeke krut de biguhere."    Aba, anî ziman ku nobedên edaletê encama qelsbûna baweriya bi edaletê ye û got: "Ez wekî parêzvanekî mafên mirovan dikarim bibêjim ku mixabin daneyên heyî nîşan didin ku binpêkirinên mafan zêde bûne û baweriya bi edaletê kêm bûye."