Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da 2021-12-07 16:40:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa SÎHA ya Tirkiyeyê ya li ser Şengalê de Hevserokê Desteya Rêveber ê Şengalê Mervan Bedel jiyana xwe ji dest da.    Di êrişa Balafira Bêmirov û Biçek (SÎHA) a Tirkiyeyê ya li navçeya Xanesorê ya Şengalê de Hevserokê Desteya Rêveber ê Şengalê Mervan Bedel jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya Rojnewsê, SÎHA’yê wesayîteke ku tê gotin zarok jî têde hebûne hedef girtiye û di encama bombebaranê de Bedel jiyana xwe ji dest daye û du zarokên wî jî sax xelas bûne.