Levent Tuzel beraet kir 2021-12-07 16:00:38   AMED - Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî yê EMEP’ê Levent Tuzel, di doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ya di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de jê dihat darizandin de beraet kir.    Danişîna doza Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) û parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Levent Tuzel, ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Danişîna ku Tuzel tevlî nebûyî de parêzerên wî Tûgay Bek, Leylahan Tuzel û Gulşah Kaya amade bûn. Parêzeran li dijî mutalaya dozger ku bi îdîaya endamtiya rêxistinê ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan cezayê hefsê dixwaze, parastin kir.    MUTALAA RAZBER Û BÊHÊCET E   Parêzeran diyar kir ku mutalaaya dozger ji aliyê sûcdariyan ve razber e û bêhincet e. Parêzeran destnîşan kir ku muwekîlê wan weke ku di îdîanameyê de tê pêşkeşkirin ne endamê KCD’ê ye, di tu lijne û organên wê de cih negirtiye, tevlî tu kongre, komxebat an jî panelên wê jî nebûye û danzanîn ku ev nirxandinên di mutalayê de hatine kirin xelet in. Parêzan, bi lêv kirin ku muwekîlê wan di 16’ê Tîrmeha 2011’an de li Konûkevi’yê serdana rayedarên KCD’ê kiriye lê ev ne “civîneke qedexe ye” ku weke di îdîanameyê de cih digire ye.    DAXWAZA BERAETÊ KIRIN   Parêzeran, diyar kirin ku çalakiyên ku bûne mijara sûc ên di îdîanameyê de cih digirin di çarçoveya “mafê xwepêşandan û civînê û azadiya raman û îfadeyê” de ne û daxwaza beraeta muwekîlê xwe kirin. Dadgeha piştî parastina parêzeran, derbarê Levent Tuzel de biryara beraetê da.