Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin 2021-12-07 15:58:23   AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyen nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan di roja 22’yemîn de berdewam dike. Malbatan xwestin ku qîrîna wan were bihîstin.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan di roja 22’yemîn de Nobeda Edaletê berdewam kirin. Nobed li avahiya Baroya Amedê tê girtin. Îro jî rêveberên Partiya Komunista Kurdistan (KKP), Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û Odeya Tabîban a Amedê serdana mablatan kirin. Di serdanê de axaftin hatin kirin.    ‘DAYIKÊN ME BI ERDÊ RE TÊN KAŞKIRIN’    Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku li girtîgehan zext û zilm ji salên 1970'yî ve berdewam dike û wiha got: “Lewma Nobeda Edaletê ya malbatan gelek bi nirx e. Li Tirkiyê edalet nîne. Lewma malbat li edaletê digerin. Dayikên Şemiyê, Emîne Şenyaşar û Dayikên Aştiyê bi salan e ji bo edalet pêk were, têdikoşin. Dayikên me li edaletê digerin. Însan li welatekî tiştekî ku tine ye digerin. Dayikên me bi salan e ji bo edalet û aştiyê têdikoşin lê her carê bi zilmê re rûbirû man. Dayika Emîne Şenyaşar mînaka vê yekê şênber e. Ew li edaletê digere lê wê dixin ber lêpirsînê. Hikumeta Tirkiyê dibêje ‘rondikên çavê dayikan dilê me diêşîne’. Lê belê bi jopan li dayikên me didin û wan bi erdê re kaş dikin. Xwedî li dayikên li ber HDP’ê derdikevin lê êrişî dayikên me dikin. Em vê polîtîkayê qebûl nakin û şermezar dikin.”    ‘WÊ EV HIKUMET BIÇE’    Çîftyurek bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Birêz Ocalan bi salan e di hepsê de ye. Ev neheqî nayê qebûlkirin. Qanûn tune ye, her tişt bi awayek kêfî tê sepandin. Lê em tev baş dibînin ku bi vî awayî birêve naçe. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev hikumet biçe. Li ku êşek me hebe em ê li wir yekîtiya xwe ragihînin. Divê em hemû partiyên kurd li hember vê bêedaletiyê rabin û dengê xwe derxin. Em dayikên xwe ku edaletê daxwaz dikin pîroz dikin û em ê her tim li cem wan bin.”   'HÊVÎ MEZINTIR DIBE’    Helbestvan Herdem Merwanî ku bavê wê girtiyê nexweş e jî destnîşan kir ku kurd bi êrişên cidî re rûbirû ne û got: “Lazim e li dijî van êrişan yekîtiya me neteweyî were ragihandin. Divê hin bêtir partî werin vê serdanê û em dengê xwe bilind bikin. Heke xwedî derketin çêbibe wê hêvî bi ser bikeve û edalet were ser vê axê.”    'QÎRÎNA ME BIBIHÎZIN’    Încî Guler a ku birayê wê nexweşê girtî jî anî ziman ku bi salan e ew li pêş deriyên girtîgehan in û wiha got: “Efûyan derdixin lê girtiyên me jê sûdê wernagirin. Em naxwazin darbest ji hepsan derkevin. Bila partiyên din û çapemenî jî were û dengê me bibihîzin.”    Rojnamevan Hakki Boltan ê ku lawê wî li hepsê nexweş e jî got ew serdanan girîng dibînin û dixwazin bang û qîrîna wan were bihîstin.    'EM LI CEM WE NE’    Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Çîgdem Sevîmlî jî diyar kir ku her roja ku diçe şert û mercên girtîgehan giran dibin û her cûre li ser girtiyan tê ferzkirin û ew ê her li cem malbatên girtiyan bin.    'EM NE BÊHÊVÎ NE’    Rêveberê Odeya Tabîban a Amedê Mustafa Mesût Kaya jî da zanîn ku ew hêvî dikin ku ev çalaki wê hin bêtir mezin bibe û were bihîstin û ew daxwaza edaletê dikin.    Rêvebera Odeya Tabîban a Amedê Çagla Îzcî jî got: “Em her tim ji dayikên xwe hêz û berxwedanê werdigirin. Em ne bêhêvî ne û em hêviyê ji van dayikan werdigirin.”