HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da 2021-12-07 15:15:20   ENQERE - HDP'ê, derbarê êrişên DAIŞ'ê yên li Herêma Kurdistanê zêde dibin de daxuyanî da û ji bo ku sivîl ji êrişên DAIŞ'ê re rû bi rû neyên hiştin bang li hikûmetên Bexda û Hewlerê kir.    HDP'ê, derbarê êrişên DAIŞ'ê yên li Herêma Kurdistanê zêde dibin de daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî bi îmzeya Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber êrişan gel di bin gefan de ye û bang li hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin ku li dijî êrişan bergiriyan bigirin.    Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Astengkirina hewldanên êrişên qirkirinê yên mîna qirkirina kurdên êzidî ya DAIŞ'ê li Şengalê pêk anî xeternak û pirsgirêke pêşdatir e. Di çarçoveyê de em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ'ê dikin ku li dijî DAIŞ'ê roleke bibandor bigire ser xwe. Weke HDP em destnîşan dikin ku li kuder dibe bila bibe divê sivîl ne li Iraqê ne jî li Sûriyeyê bi êrişên DAIŞ'ê û rêxistinên tundrew re rû bi rû neyên hiştin û kesên ku li dijî van rêxistinan têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin."