Malbata Şenyaşar: AKP hene edalet tune ye 2021-12-07 12:59:13   RIHA - Malbata Şenyaşar ku bi daxwaza edaletê nobeta xwe didomîne ev peyam parve kir: "Kesên edaletê tune dikin mehkûmê tunebûnê ne. AKP hebe edalet tune ye."   Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 274'a de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de bi dovîzê "Em tenê edaletê dixwazin" dest bi edaletê kir.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê twîterê ev parvekirin kir: "Di rojevê de bihabûn heye. Bi awayekî dikare bi serî vê re bê derxistin. Ji bo parastina alîgir û parlamenterên xwe we darazê jî tune kir. Bingeha dewletê edalet e. Kesên edaletê tune dikin, mehkûmê tunebûnê ne. AKP hebe edalet tune ye."