Dadgehê xwest ji bo lêpirsîna biryara neşopandinê hatiye dayîn doz bê vekirin 2021-12-07 12:36:54   AMED - 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, xwest biryara neşopandinê ya du lêpirsînên derbarê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin de hatibûn dayîn bên rakirin û dozname were amadekirin.    Danişîna doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm tayînî şûna wê haibû kirin hatibû vekirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Toprak beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê li danişînê amade bû. Ji ber şandeya dadgehê hat guhertin, belgeyên berê hatin xwendin. Dadgehê aşkera kir ku bersiva 11 lêpirsînên cuda yên bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” derbarê Toprak de hatine vekirin hatine û biryara ku hewceyî lêpirsînê nîne hatiye dayîn.    Dozgeriyê diyar kir ku heke daxwaza berfirehkirina lêpirsînê tunebe daxwaz kir ku ji bo derbarê esasê de mutaalayê amade bike dosyayê bidin wî. Parêzerê Toprak, Bûrhat Arta jî xwest ku kêmasî bên temamkirin.    Heyeta dadgehê ku biryara xwe ya navberê aşkera kir, biryar da ku bi daxwaza biryara neşopandinê ya du lêpirsînên derbarê Toprak bên rakirin ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re muzekere bê nivîsandin, heke dozname bê amedekirin jî doznameya bi daxwaza yekkirinê ji dadgehê re bê şandin. Dadgehê danişînê taloqî 20'ê çileya 2022’an kir.