Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye 2021-12-07 12:22:52 RIHA - Di hêceta biryarek beraetê ya ji bo parvekirina wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hat dayîn de wek “azadiya derbirînê” hat nirxandin. Alî Cîn li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di meha gulanê de di serdegirtinek malê de hatibû binçavkirin. Cîn bi hêceta ku li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal di sala 2015’an de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parve kiriye, hatiye binçavkirin. Derbarê Cîn de bi îdiayên wek “propagandaya rêxistinê kiriye” û “pesnê sûc û sûcdar daye” dozname hat amadekirin. Danişîna doza derbarê Cîn de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê di 25’ê mijdarê de hat li darxistin. Dadgehê di danişînê de derbarê Cîn de biryara beraetê da.    AZADIYA DERBIRÎNÊ    Dadgehê hêceta biryara xwe eşkere kir û dadgeh di hêceta xwe de dinirxîne ku parvekirina wêne azadiya derbirînê ye û dibêje parvekirina wêneyek wiha nabe sûc, tehdît, tundî û pesnê rêxistinê.    Dozger jî li dijî biryara dadgehê serî li dadgeha îstînafê da.    MA / Mujdat Can