Zebariyê YNK’yî: Divê çekên giran li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn 2021-12-07 11:33:35   NAVENDA NÛÇEYAN – Zikrî Zebarî yê YNK’yî diyar kir ku Wezareta Pêşmergeyan ferman nedaye ku mudaxile li DAIŞ’a êrişên xwe zêde kirin, bê kirin û bi lêv kir ku divê çekên giran ên koalîsyonê dane li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn.    Êrişên DAIŞ’ê yên li ser Herêma Kurdistanê her ku diçe zêde dibin. Cihên sereke yên DAIŞ’ê êrişên xwe lê zêdekirin Kerkuk, Mûsil û Silêmanî ne. Di êrişan de di mehekê de 22 pêşmergeyan û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan gund ji ber gefên êrişan hatin valakirin. DAIŞ’ê duh êrişê hêzên pêşmerge yên li gundê Saqiye yê bajaroka Gîwêr ê girêdayî Mêxmûrê dimînin jî kir. Ligel van hemû geşedanan hat aşkera kirin ku çekên di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navnetewî ve ji PDK’ê re hatine dayîn, li seranserê sînorê Tirkiyeyê li dijî kurdan hatine bikaranîn. Parlementerê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) ê Herêma Kurdistanê Zîkrî Zebarî, êrîşên DAIŞ'ê yên ji nû ve destpê kirin û çarenûsa çekên ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve hatine dayîn nirxand.   ‘WÊ LI DIJÎ KURDAN WERIN BIKARANÎN’   Zebarî, diyar kir ku êrişên DAIŞ’ê yên ser Herêma Kurdistanê di çarçoveya planekê de tên kirin û bal kişand ku bi van êrişan dixwazin DAIŞ’ê ji nû ve zindî bikin. Zebarî, dazanîn ku tê xwestin DAIŞ’ê li dijî hemû kurdan bikarbînin û wiha got: “Armanca êrişên ser Kerkuk û Mexmûrê ewe ku kurdan ji wir derxînin. Divê hemû kurd û hikumeta Kurdistanê di ferqa vê xetereya mezin de bin. Her roja ku diçe terorîstên DAIŞ’ê xwe bi rêxistin dikin.”   ‘HÊZA WAN A MUDAXILE BIKIN TUNE YE’   Zebarî, bi bîr xist ku DAIŞ li herêma Qereçox bi cih bûye, xwe bi rêxistin dike û wiha berdewam kir: “Hêzên pêşmergeyan li Qereçoxê terorîstên DAIŞ’ê dibînin lê heza wan a mudaxile bikin tune ye. Heta niha ji Wezareta Pêşmergeyan jî fermanek ne hatiye ku mudaxileyî pêşmergeyan bikin. Divê alîkarî bidin wan hêzên pêşmergeyan ên li wir.”   ‘DI NAVA PKK’Ê Û PÊŞMERGEYAN DE FERQ NÎNE’   Zebarî, destnîşan kir ku divê çekên giran ên koalîsyonê dane li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çekên giran ên hêzên koalîsyonê dabûn rêveberiya Kurdistanê divê demildest bê ferq û cudahî bidin pêşmergeyên nli herêmên xeter. Divê ev çek li dijî terorîstên DAIŞ’ê bên bikaranîn. Gerîla jî weke pêşmergeyekÎ rêveberiya Herêma Kurdistan e. Di navbera her duyan de ferq nîne. Ew jî xwişk û birayên me ne û li dijî DAIŞ’ê kurdan diparêzin. Em hemû li dijî dijminan axa Kurdistanê diparêzin.”   DESTNÎŞANKIRINA YEKITIYÊ   Zebarî, destnîşan kir ku divê hemû partiyên siyasî yên kurdan bibin yek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku dijminê li hemberî me li partiyan nanêre. Bi giştî êrişî kurdan dike. Ji ber vê yekê divê em bibin yek.”   MA / Omer Akin