Serokê MHP’yî bi bertîlê kesan dixe kar û kadro dide wan 2021-12-07 10:28:10   AMED -  Di qeyda deng de derket holê ku Serokê Navçeya Kayapinarê yê MHP'ê Mehmet Ataç di berdêla pereyan de bi cihkirina hin kesan li saziyên cemaweriyê yên weke şaredariyan navbeynkarî kiriye.   Krîza aboriya Tirkiyeyê pişta xelkê şîkandiye. Piraniya welatiyên ku her roj bi nûçeyên bihabûna buhayên nû ji xew radibin, hêza wan a kirîna xwarinên sereke ên weke ard, şekir û rûn jî nîne. Feqîrî her roj zêdetir dibe û bi hezaran kes li vê hejmarê zêde dibe. Bêkarî û feqîrî serê xwe rakiriye û diçe.   Li hember vê kambaxiya aboriyê xelk nerazîbûn nîşanî îqtidara AKP’ê dide. Li aliyekî ev bertek mezintir dibin, li aliyekî din jî şirîkê desthilatdariyê Dema ku vê rewşê bertekên welatiyan Partiya Tevgera Netewperest (MHP) bi bertîlê kesan dixe kar. Qeydeke deng derket holê û bi zelalî diyar dibe ku hin rêveberên MHP’ê navbeynkariya hin kesan kirine û di saziyên giştî ango cemaweriyê de bicih kirine. Ev yek bi berdêla pereyan ku bertîl xwarine pêk anîne.    LI SER DERENG KETINÊ NÎQAŞ DERDIKEVE    Serokê Rêxistina Navçeya MHP’ê ya Peyasa Amedê Mehmet Ataç bi kesek navê “X” re axivî ye û qeydên wî hatine bidestxistin. Di vê qeyda deng de derket holê ku vî serokê MHP’yî hin kes ango nasên xwe bi berdela pereyan di xistiye kar û di saziyên cemaweriyê de cih kirine. Qeyda deng ji 3 deqîqe û 6 saniyeyan pêk tê û tê gotin serê qeydê hatiye jêkirin. Serokê MHP’yî di hevdîtina bi şexsê “X” re dibêje ji bo ku van kesan bixin kar divê derengî nekeve. Li ser vê yekê di navbera serokê MHP’yî û kesê “X” de nîqaşek derdikeve.    GELO SEROKÊ MHP’A AMEDÊ JÎ DI NAVA VÊ TORÊ DE YE?   Di axaftina navbera her du kesan de navê “Cîhan” derbas dibe. Ji vî navî jî tê fêmkirin ku ev kesê bi navê “Cîhan” Serokê MHP’a Bajêr a Amedê Cîhan Kayaalp e û bi vî kesî jî tê şewirandin.    DIRÊJÎ ŞAREDARIYA AKP’Ê BÛ    Şexsê bi navê “X” dibêje ku kesên pereyê wan dixwaze ji navçeya Hênê ne. Li ser vê yekê serokê MHP’yî Ataç diyar dike ku ew ê rasterast bi Serokê Şaredariya Hênê yê AKP’yî Îbrahîm Lale re hevdîtin bike.    45 HEZAR LÎRE HATIYE XWESTIN    Di axaftinê de tê gotin ku berdêla kesekî bigirin kar 45 hezar lîreyê tirk hatiye xwestin.