ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-07 09:00:16 *  Zêdetir, di milyon jinên karê nav malan dikin bê sîgorte dixebitin. Jinên bi talûkeyên mezin re rû bi rû dimînin doza mafê xwe yê teqawidbûyînê û sîgorteyê dikin.  * Parlementerê HDP'î Omer Ocalan, dê polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl nekin û got: "Welêt niha hildiweşe. Sedema herî mezin jî tecrîd e."   * Menaz ku ji ber bombeya DAIŞ'ê ew û keça xwe tevde şewitîbûn û bi ambulansê ew anîbûn Tirkiyeyê, bi nexweşîna pençeşêrê ketiye.    * Aborîzan Aydin Ari bal kişand ser pirsgirêkên civakî yên bandorê li krîza aborî dikin û got: "Heya em meseleya kurdî çareser nekin, em ê nikaribin xwe bigihînin cihekî jî."   * Endamê Desteya Koordînasyona DÎB'ê Mûrat Akbaş, diyar kir ku sedema sereke ya krîza aborî neçareserkirina meseleya kurdî ye. Akbaş, destnîşan kir ku pergal xisitimiye, nikare çareseriyê peyda bike.    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar  di roja 274'an de berdewam dike.    * 7'emîn danişîna Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza ku li Rojnameger Dîcle Muftuoglû û Azîz Orûç û Mûhammet İkram Muftuoglû û Hevserokê HDP'a Bazîdê  Abdûllah Ekelek hatibû vekirin wê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Agirî bê dîtin. (10.00-17.00)   * Danişîna doza Parlamantera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar wê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Danişîna doza rojnameger Cîhan Olmez ku bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin wê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Danişîna doza parlamenterê berê yê HDP Levent Tuzel di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de tê darizandin wê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin.(10.00-17.00)   * Danişîna doza şaredarê berê yê Sûrê Abdûllah Demîrbaş wê li wê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Mersînê, wê li avahiya xwe bi şîara "ji qesr, şer û alîgiran re na ji gelan re budçe" civîneke çapameniyê li dar bixe. (12.00)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 22'yemîn de berdewam dike. (13.00-16.00)