Yuksekdag ji bo Nobeta Edaletê banga piştgiriyê kir 2021-12-06 15:28:45 AMED - Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Amedê dane destpêkirin, bang kir ku herkes li dora nirxên mirovahiyê bibin yek.    Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 21’an de berdewam dike. Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Kalkandereyê girtî ye, bi nameyekê peyama piştevaniyê ji malbatên girtiyan re şand.    Nameya ku Yuksekdag şandiye wiha ye:    “Ji dayikan re;   Dayikên hêja, bi hezkirin û hesreta herî jidil we silav dikim. Hûn li derve dibin deng û bêhna me. Bila hewldan û çalakiyên we her tim hêzê bibînin. Em li hundir ji bo dilê we yê bedew, keda we wijdana we û gelê xwe li ber xwe didin. Heta ku em ji hundir hûn ji derve deng vedin û li ber xwe bidin, wê hemû dîwarên zindanê hilweşin. Em ji dil û can bawer dikin. Ji bo berdana girtiyên xweş em têkoşîna demokratîk bilind bikin, li dora nirxên mirovahiyê em bibin yek.”