Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne 2021-12-05 09:25:39   ŞIRNEX - Esmer Çikmaz ku piştî 21 salan "bi destûrê" çû gundê xwe yê li quntara Çiyayê Gabarê ye got: "Niha em bi vîdeoyên kurt ên gund, wê hesreta xwe ya ji bo gundê xwe ditebitînin. Zarokên me bi van vîdeoyan warê xwe nas dikin."    Di salên 90'an de bi polîtîkayên "ewlehîparêz" li Şirnexê bi sedan gund hatin şewitandin û valakirin. Zêdetirî 30 sal derbas bûne, lê hîn jî welatî nikarin biçin gundên xwe yên li quntarên Cûdî û Gabarê.    Yek ji van gundê ku hat şewitandin û hîn jî çûna wê qedexe ye, gundê Dêrşewê ye. Dêrşew, li quntara Çiyayê Gabarê ye û di sala 1993'yan de eskeran ew şewitandiye û vala kiriye. Ji şêniyên gundê Dêrşewê malbata Çikmazê gava gund hatiye şewitandin ji bêgavî koçî navenda Cizrê kiriye. Malbata Çikmazê 21 salan nikaribûye biçe gundê xwe.    Esmer Çikmaz (49) piştî 21 salan, cara ewil di sala 2014'an de ew jî bi "destûra" Walîtiya Şirnexê çûye gundê xwe. Çikmaz, di sala 2014'an de çûue gund û tenê saetekê destûra wê hatiye dayîn. Çikmaz, anî ziman ku ji wê çaxê heya niha bi hinceta qedexeyan nikare biçe gundê xwe. Çikmaz, diyar kir ku di nûçeyan de tê gotin "her der serbest e" û got: "Madem her der serbest e, çima em nikarin biçin gundê xwe?"   HAT ŞEWITANDIN   Çikmaz, destnîşan kir ku di sala 1993'yan de eskeran tim gundê wan top baran kiriye û got: "Dîsa jî me dev ji gundê xwe berneda." Çikmaz, bilêv kir ku lê piştî wextekê zext û zorî û topbaran zêde bûye û berî gund bê şewitandin bi 2 mehan ji gund derketine û got: "Malbata me û çend xizmên me çûn Cizîrê. Em çûn mala xizmekî xwe. Em demekê li wir man. Paşê me ji xwe re xanî kirê kir û bi alîkariya cîranan me doşek, lihêf û betanî stendin. Paşê eskeran gund şewitand."    BÊRÎKIRIN   Çikmaz, bilêv kir ku zarokatî û ciwantiya wê li gund derbas bûye û li gund heywan xwedî dikirin. Çikmaz, diyar kir ku havînan jî karê bax û baxçeyan dikirin û ji ber ku gundê wan avî ye, birinc jî datanîn. Çikmaz, anî ziman ku havînan li gundê wan gûz, xof û gelek fêkiyên din jî şîn dihatin û zivistanan jî berû û alûc berhev dikirin. Çikmaz, destnîşan kir ku şert û mercên jiyana gundan ji ya niha pir baştir e.   PIŞTÎ 21 SALAN   Çikmaz, diyar kir ku gava ji gund derketine tenê 2 caran gund dîtiye. Çikmaz, da zanîn ku cara ewil di sala 2014'an de çûye gundê xwe û got: "Wê çaxê em çûn me gundê xwe dît. Dîwarên xaniyên me jî xera bûbûn. Bax û baxçeyên me nemabûn. Lê ji ber bêrîkirinê me xwest em bibînin. Wê demê rayedaran hin daxuyanî dan û gotin dê çûna gundan bê serbest bibe. Piştî vê gundiyan bi derfetên xwe rêya gund çêkirin û dest bi çandiniyê kirin. Me jî ji bo havînê kon stendin. Lê piştî demeke kurt cardin qedexe kirin."    Çikmaz, anî ziman ku îsal jî bi destûra walîtiyê û qereqolê ji bo çend saetan çûne gund.    Çikmaz, anî ziman ku kesên bixwazin biçin gund divê destûrê bixwazin û got: "Îsal gundiyan serlêdan kir. PIştî 2 mehan tenê ji bo rojekê destûr hat dayîn. Gava em çûn gund wê rojê SÎHA û ÎHA tim li ser serê me bûn." Çikmaz, bilêv kir ku gava çûne gund dîmenên gund girtine û got: "Niha em hesret û bêrkirina xwe ya ji bo gund bi van vîdeoyên krut ditebitînin. Zarokên me bi van vîdeoyan warê xwe nas dikin."   'ÇIMA EM NIKARIN BIÇIN?'   Çikmaz, bibîr xist ku rayedar tim dibêjin "çûna gundan serbest e" û got: "Kîjan roj be jî em ê biçin gundê xwe. Kesên dibêjin 'çûna gundan serbest e' derewan dikin. Madem her der serbest e, çima em nikarin biçin? Ger çûna gund serbest bûna, em ê li vir nemana."    MA / Omer Akin