ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-05 09:00:16   * Gubre, toxim, sotemenî û dermanên çandiniyê yên girêdayî dowîzan e, her roj biha dibin. Hevserokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcaman, anî ziman ku cotkar ji ber vê yekê dixisrin û ji bêgavî dev ji çandiniyê berdidin.    * Malbata Ak ku xaniyê wan ê li Taxa Lalabey a Sûrê hat xerakirin, li kêleka xaniyê xwe yê ber dikan kirê kirine û di dikanê de dijîn.    * Şêniyên navçeya Pulurê anîn ziman ku ji ber bihabûna fiyetan nikarin debara xwe bikin û çareserî hilbijartina pêşwext û guherandina îqtidarê ye.   * Esmer Çikmaz ku piştî 21 salan "bi destûrê" çû gundê xwe yê li quntara Çiyayê Gabarê ye got: "Niha em bi vîdeoyên kurt ên gund, wê hesreta xwe ya ji bo gundê xwe ditebitînin. Zarokên me bi van vîdeoyan warê xwe nas dikin."    * Parêzer Rengîn Ergul, anî ziman ku diviyabû çawîşê pispor Mûsa Orhanê ku tecawizî Îpek Erê kir û ji ber wî Îpek Erê xwe kuşt bihata girtin û got: "Pêşî em ê ji bo darizandina wî ya bi şertê kontrola edlî îtiraz bikin û bi dû re serî li îstinafê û Dadgeha Bilind bidin."    * Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê ji bo Nobeda Edaletê bang kirin: "Ew zarokên me hemûyan e û dimirin. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û bibe dengê girtiyan."    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 272'an de berdewam dike.    * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin di roja 20'an de berdewam dike. (13.00-16.00)   * Meclisa Ciwanan a HDP'ê wê li navenda Danûstandinê ya Beyliciumê ya li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê panelek li dar bixe. (14:00)