Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kirin 2021-12-04 17:07:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Daxwaza Dayikên Aştiyê ku cenazeyên HPG’iyan dixwazin û çûn Deriyê Sînor ê Pêşxabûr, careke din ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat redkirin.    Çalakiya nobetê ku Meclîsa Malbatên Şehîdan li Deriyê Sînor ê Sêmalka daye destpêkirin di roja 61’emîn de berdewam dike. Şandeyeke Dayikên Aştiyê ku ji 31 kesan pêk tê, serdana çalakgerên kul i Sêmalka nobet digirin kirin û ji bo cenazeyên Tolhildan Raman û Serdem Cûdi yên ji Rojava ku jiyana xwe ji dest dane bigirin ber bi Deriyê Sînor ê Pêşxabûr ve ketin rê.   Dayikên Aştiyê bertek nîşanî hêzên PDK’ê yên ku nehiştin peyama wan bigihêje hikumeta Herêma Kurdistanê dan. Dayikên aştiyê ku piştgiriya çalakiyê kirin, bi lêv kirin ku heta cenazeyan negirin wê çalakiya xwe bidomînin. Dayikên aştiyê yên ji bo wergirtina cenazeyan cara 3’yemîn e diçin Deriyê Sînor ê Pêşxabûr, dîsa tu bersiv ji hêzên PDK’ê negirtin.    Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê jî serdana çalakiya kon a 61 roj in li Sêmalka didome kirin. Xebatkarên tenduristiyê jî ji bo cenaze werin dayîn bang li PDK’ê kirin.