Li Girtîgeha Rihayê ji ber ‘govenda kurdî’ lêpirsîn dan destpêkirin 2021-12-04 16:49:25   RIHA - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Rihayê ku di 7’ê Cotmehê de bi ser qawişan de girtibû û li Mehmet Bînîcî dabû, ji ber “govenda kurdî” derbarê Bînîcî de lêpirsîn da destpêkirin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê, 80 gardiyanên bi cilên robokop di 7’ê Cotmehê de bi ser kawişan de girtibûn û li girtiyan dabûn. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehê berdewam dikin. Di serdegirtina qawîşê de der heqê 20 girtiyan de bi îdîaya "ku dikare li saziyê bibe sedema tirs, xemsarî an jî panîkê" lêpirsîn hatibû vekirin. Niha jî derbarê yek ji girtiyan Mehmet Bînîcî de bi hêceta “govenda kurdî” lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Girtî Mehmet Bînîcî, pêr bi malbata xwe re di hevdîtina vekirî de axivî û ragihand ku di 7’ê Cotmehê de gardiyanan bi ser odeya wan de girtibûn û bi hêceta “li dijî guhertina qawişê derketiye” Dadgeha Înfazê ya Rihayê 3 meh cezayê hevdîtinê lê birî ye. Bînîcî, bi lêv kir ku wê ceza ji 1’ê Çileya 2022’an pê ve bikeve meriyetê. Kekê Bînîcî, Mûkadder Bînîcî jî diyar kir ku birayê wî bi hevoka “Lêpirsîna govendê nabe. Ez îfadeyê nadim’ bûye bersiv.    ‘MAFÊ TELEFONÊ NÎNE’   Hat diyarkirin ku Mehmet Bînîcî yê ku dihat payîn îro telefonê bike, telefon ne kiriey. Li ser vê yekê hevjîna wî ji bo ku sedema wê bizane li girtîgehê geriyaye û jê re gotine “Mafê wî yê telefonê nîne.”