Du sal in girtiyê nexweş nayê dermankirin 2021-12-04 15:51:14   ENQERE - Hate diyarkirin ku li gel ku randevuya tedawiyê dane girtiyê nexweş Yildirim Demîr ê li Girtîgeha Boluyê girtî ye jî lê dîsa jî nayê dermankirin.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 378’emîn de li ber Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Enqereyê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da û pankarta "Dermankirin maf e, nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş bên berdan" hat vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ê li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F girtî ye.    'REWŞA WÎ GIRANTIR DIBE'    Turgut diyar kir ku çavê Demîr ê rastê ji sedî 95 nabîne û nayê dermankirin û wiha got: “Nêzî 2 sal berê çavê wî yê çepê emeliyat bû. Lensa çavê wî yê çepê pîs bû û dema çû muayenexaneyê, doktor got ku divê were paqijkirin, lê bijîjkek din got ku ne hewce ye. Her cara ku diçe muayenexaneyê hêsirên çêkirî jê re dişînin û paşde dişînin û çavên wî êdî her tiştî şêlû dibînin. Heta niha 6 caran anjîyografya çavê wî hatiye kirin. Ji mîdeya xwe nexweş e. Li gel ku 2 sal berê randevuya dermankirinê dane jî lê dîsa jî nayê dermankirin. Girtîgeh nebirina wî ya nexweşxaneyê pandemiyê wek hêcet nîşan dide. Her roja ku diçe rewşa wî girantir dibe û em dixwazin demildest were berdan.”